کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Komîteya TEV-ÇAND’ê: Heval Mizgîn bi sekin xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
11/05/2022 - 9:32:16 am
in JIN
0 0
A A
Komîteya TEV-ÇAND’ê: Heval Mizgîn bi sekin xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, di salvegera 30’emîn a şehadeta Hozanvan û Şoreşgerger Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) de bi bîr anî.

Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, têkildarî salvegera 30’î ya şehadeta Hozan Mizgîn peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şehîd Mizgîn bi jiyan, têkoşîn û bexwedana xwe bû nîşaneya şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Meha Gulanê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke meha şehîdan hatiye pejirandin. Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasûngur, Îbrahîm Bîlgîn, Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmût û gelek şehîdên din di vê mehê de tevlî refên nemiran bûne. Yek ji van lehengan jî şehîd Mîzgîn e.

Wekî tê zanîn, hunermenda şoreşger û fermandara efsanewî Gûrbet Aydin, bi navê din Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’yê de li Tetwanê, bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Mizgîn li pey xwe modêleke kesayeta jin a azad, hunermend û şoreşger ji bo me hişt. Em di şexsê şehîda nemir heval Mizgîn de tevahî şehîdên xwe bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

Heval Mizgîn sala 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di wî temenê xwe yê biçûk de barê ji temenê xwe mezintir hildide ser milên xwe. Piştî ku wextekê li qada Bakurê welêt karê şoreşgerî dike, sala 1982’yan ji bo rêxistinkirina karên çand û hunerê derbasî qada Ewropayê dibe. Li wir bi şehîd Sefkan re bi awayekî serketî kedeke pir mezin dide û heya roja me ya îro jî em li ser wê ked û mîrateyê dimeşin. Piştî ku demekê li qada Rêbertiyê dimîne, sala 1991’ê derbasî çiyayên Bakurê Kurdistanê dibe. Di asta yekemîn de dibe berpirsyara qada Xerzanê û tevî zorî û zehmetiyan jî erka xwe ya farmandariyê di xeta milîtaniya Apoyî û xeta jin a azad de, bi awayekî pir serketî pêk tîne.

Şehîd Mizgîn xwedî armanc, xeyal, hest, fikir û hewleke pir mezin bû; ji bo felsefeya jiyana azad a Rêber Apo di kesayeta xwe de bide rûniştandin, dîsa hunera xwe û kêlî bi kêlî tevahiya jiyana xwe li ser wê heqîqetê bihûne, xwe bi armanca xwe ve kilîd kiribû. Di heman demê de, ji bo rastiya dagirkeriyê, koledariyê û qirkeriyê bide fêmkririn, dîsa êş û qîrîna gelê xwe û jin a Kurd a ku bi hezaran sal e, di bin nîrê desthilatiya zilam û zordestiya dewletê de ye, bi rêya hunerê bigihîne civaka xwe, nêzîkbûn û rêbazên Rêbertiyê ji xwe re kir esas û xeta xwe ya hunerê li ser vî esasî dihonand.

Îro modernîteya kapîtalîst ji bo nirxên civakê bênirx bike û civakê ji hev belav bike, huner û hunermend weke amurekî sereke bikar tîne. Li şûna feraseta kom, komînalbûn û civakbûnê takekesiyeke ji dîsîplîn, felsefeya azadiyê û jiyana bi watedar qutbûyî, dide pêş. Şehîd Mizgîn di meşa xwe ya pêşengtiya jin a milîtanî û pêşengtiya hunermenda civakî û şoreşgerî de li dijî vê feraseta dijcivakî, dijçandî û dijwateyî xeteke azad diyarî me kir.

Em weke gel û tevgera azadiyê îro di hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ji bo Rêberê we, ji bo welatê xwe têdikoşin. Gerîlayê qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dike û pergala dijmin parçe dike. Her hunermend jî pêwiste bi vî ruhê şoreşger tevbigere û têkoşîneke mezin bike. Şehîd Mizgîn ji bo me mînakeke herî bi hêz û watedar e.

Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Dîsa 11’ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.

Em, weke şagirt û hevrêyên şehîd Mizgîn, careke din wê bibîr tînin û soz didin ku sekna wê ya hunermend, fermandar û jin a azad wê bibe perspektîfa me.”

Nûçeya berê

Li Xurmetû ciwanekî dawî li jiyana xwe anî

Nûçeya pişt re

Îsraîlê careke din bi mûşekan êrişî Suriyeyê kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022
Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Tirmeh 1, 2022

Li Helebce şîdeta li dijî jinê hate guftûgokirin

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

1. Kongreya Jinên Ciwan didome:  Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Nûçeya pişt re
Îsraîlê careke din bi mûşekan êrişî Suriyeyê kir

Îsraîlê careke din bi mûşekan êrişî Suriyeyê kir

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist