3. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê destpê kir

Li Salona Konferansê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) 3’yemîn Kongreya Tevgerên Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi şîara "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya" destpê kir. 


Li Salona Konferansê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) 3’yemîn Kongreya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê bi şîara "Ji bo azadî û guhertinê tu ji rabe ser piya" bi beşdarbûna 400 delegeyan destpê kir.

Salon bi alên PKK, KCK, KJK, YJA Star, posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Sakîne Cansiz û şehîdan hatiye xemilandin. Kongrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpê kir.

Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Nûdem Yaman ve hat kirin û wiha got. "Di serî de em vê kongreyê li serokatî, tevgera jin û şehîdên têkoşînê pîroz dikin. Em êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê  şermezar dikîn."

Piştî axaftinê 5 kes ji bo dîwana Kongreyê hatin hilbijartin.

(xt-xr/rn)