Akademisyenên jin daxwaza stratejiyeke hevbeş a netewî dikin

Mamostayên zanîngehê û rojnamegerên jin yên bajarê Silêmaniyê  diyarkirin ku hemû dewletên derdora Herêma Kurdistanê, çavê xwe berdane ser herêmê û dixwazin aramiyê têk bibin. Herwiha gotin ‘Bêdengî veşartina rastiyane, ji bo vê pêwîste helwestek tund hebe.’


Mamostayên zanîngehê û rojnamegerên jin yên bajarê Silêmaniyê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li Başûrê Kurdistanê de ji RojNews re axivîn.

Mamosta zanîngeha Silêmaniyê Telar Elî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got; “Kurd bê helwest û stratejiyek hevbeşin. Civak jî ji vê rewşê ne agahdare. Pêwîste hemû takek bizane ku hêzên Tirkiyeyê be yan jî Iraqê, emê wana wek dagirker bibînin. Tenê bi şermezarkirinê nabe, dema ku helwestek beçav hat dîtin wê demê şermezar kirin girînge. Herwiha divê êdî helwest ber bi guhertinan ve bên û tenê bi axaftinê çênabe.”

Telar Elî got ku divê hemû aliyên Kurd yekitiya xwe ava bikin û ji bo parastina nîştimaniyê bibin xwediyê yek peyam û pîlan.

Mamostaya beşê ragihandin a bi navê dixtor Nezaket Hisên jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Nezaket da zanîn ku serweriya xak û parastinê erkê hemû hizbane û wiha pêde çû; “Hemû dewletên derdora me, çavê xwe berdane ser herêmê û dixwazin aramiyê têk bibin. Ji bo vê bombebaranê dikin û xelkê sivîl dikin hedef. Pêwîste cihê niştehbûna xelkê sivîl nebe cihê pêşbaziyê. Divê bi hemû awayek daxwaa parastin û serweriya herêmê bê kirin.”

Rojnameger Seywan Rostem jî balkêşa ser bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ya hemberî dagirkeriya dewleta Tirk. Seywan da zanîn ku bêdengî veşartina rastiyane, ji bo vê pêwîste helwestek tund hebe.

Rojnameger Seywan behsa rolê gelê Kurd yê di şikandina bêdengiya hikumetê de kir û wiha destnîşan kir; “Pêwîste civak bi yek dengî vê yekê ne pejirînin û dengê xwe yê nerazîbûnê derbixin. Divê zextê li her dû hikumetan bikin. Herwiha ji welatên din re bêjin yasaya navnetewî rê nade welatek din bikeve nava xak û welatek din yan jî serwerî bê binpêkirin. Bê guman hikumeta navendî bi hemû awayek ji vê yekê berpirsyare.”

(nr)