Bernameya bîranîna Şehîd Viyan Soran

Şemî, 1 Feb 2020 – 11:49  NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya bîranîna Şehîd Viyan Soran

Wê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) Şehîd Viyan Soran di 14’emîn salvegera şahadeta xwe de li piraniya bajar û navçeyen Herêma Kurdistanê were bîranîn.


Wê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) Şehîd Viyan Soran ku 2’yê Sibata 2006’an de ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike, bedena xwe dabû ber agir, di 14’emîn salvegera şahadeta xwe de, li piraniya bajar û navçeyen Herêma Kurdistanê bi dirûşmeya, ‘Li ser rêbaza Viyanan, ji bo guhertin û azadî têbikoşe û tecrîdê bişkêne’ were bîranîn.

Bernameya bîranînê wiha ye;

Wê îro li Binarê Qendîlê di saet 19.00’an de were bîranîn.

Li navçeya Rizgarî ya Germiyanê di saet 14.00’an de Viyan Soran were bîranin.

Herwiha wê Roja Yekşemê (Sibe) li Silêmaniyê wê li navenda RJAK’ê bi semînerekê were bîranîn. Piştî semînerê serdana gora wê bikin.

Herwiha sibe (2’yê Sibatê) li Kerkûkê RJAK di  saet 14.00’an de semînerekê organîze bike.

Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê di 14.00’an de ji bo bîranîna Viyan Soran semînerek were dayîn.

Di 2’yê Sibatê li Hacîava ya ser bi Îdareya Raperîn di saet 11.00’an de bi semînerekê were bîranîn.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist