Bi komînal cilûbergê Kurdî çêdikin

Çarşem, 4 Mar 2020 – 07:05  SILÊMANÎ / ROJNEWS

Bi komînal cilûbergê Kurdî çêdikin

 Komek jin bi hev re cilûbergê Kurdî çêdikin û bi vê riyê dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Karê wan ê bi hev re fikrên nû û kolektîfiyê diafirîne. Herwiha dibe sedema bala kiryaran bikêşîne.


https://youtu.be/eF10rKvtRYs”>

Li bajarê Silêmaniyê hejmarek jin karê dîzayna cilûberge Kurdî dikin. Hinek ji van li mal bi komî vî karî dikin. Gula Dîzayn yek ji van grûbane û nêzî du salane karê dîzayna cilûbergê Kurd dike.

Ev grûb ji 9 jinan pêk tê û piraniya wan heval û xizmên hevin. Karê dûrînê, dîzaynkirina nexşan û hunandinê dikin. Cilûbergan bi dest didûrîn. Gelek cûrên murî, kirîstan û pûlî bi kar tînin. Cilûbergehên çêdikin bi resenî tên çêkirin, xweşiktir û balkêştir in.

Jinên Gula Dîzayn di destpêkê de tenê ji bo xwe û xwestekê ev kar kirine. Destpê  cilên kurdî ji bo xwe çêkirine. Piştre biryar dane ku bi hev re kar bikin û ji bo aboriya xwe bikin çavkaniyek. Ji bo ku sûd ji hêza hev bigirin û cilûbergên xweşik çêbikin weke grûb dest bi kar kirine.

Grûba Gula Dîzayn gelek cûrên cilûbergen çêdike. Ev grûb li mal kar dike û dikana wan nîne. Lê, ji bo belavkirinê li Herêma Kurdistanê sûd ji torên civakî digirin. Bi vê rê bazarek germ ji bo van peyda bûye.

Li Herêma Kurdistanê nêzî 4 salane xwestekek zêde li ser dîzayna cilûbergê Kurdî heye. Jin ji bo bibin xwedî aboriyek serbixwe vî karî dikin û xwestekeh zêde li ser heye.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist