Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer ragihand ku di nava 11 mehên îsal de gef li 44 jinan hatiye xwarin û got ku ku bûyerên gefxwarina li jinan zêde bûye û piraniya dosya ji ber torên civakî ne.
Stargeha Jinên Gef Lêhatin kirin ên Germiyan ev 10 sale li Germiyan hatî avakirin û ser bi Rêveberiya Karûbûarên Civakî ye. Dosya jinên Germiyan û beşek ji herêmên bi nakok werdigire. Navenda wê li navçeya Kelar a Germiyane.
Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer têkildarî jinên gef li wan tê xwarin ji Rojnews’ê re axivî û got: “Stargeh ji bo wan jinên ku sûc li hemberî wan têkirin û qurbaniyên şîdetê ne stargeheke. Bi biryara dadwer, bi riya navendên dijî şîdeta malbatî, polîs û asayîşê piştî gilîkirinê dişînin stargehê. Heta pirsgirêk were çareseririn ji bo parastinên tên wergirtin.”
Şehla Omer wiha domand: “Ji ber ku stargeha me ne timî ye, her dosyayek ku tê wergirtin 72 saetan li gel me dimîne. Gelek caran j ber ku dosya ji bo Silêmaniyê tê şandin, dadwer dema mayînê dirêj dike, heta ku pirsgirêk çareser dibe. Herwiha dadwer erêkirina me digre û wê demê biryara dirêjkirina mayîna dosyayê dide.”
Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer têkildarî ka kî biryarê li ser wergirtina dosyayê dide jî got: “Ew dadwerên ku biryarê li ser stargeha me didin, ji dadwerên şîdeta malbatî, polîs û asayîşê pêktên. Em hemû dosya bi biryara dadwer digirîn. Piranî piştî temambûna dema dewam asayîşê tên li gel me. Herwiha li ser hemû deverên din ên herêmên weke Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Kerbela, Xaneqîn, Diyale, Seyidsadiq û Helebce jinên gef li wan tê xwarin berê xwe didin me.”
Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer têkildarî daneyên şîdeta îsal hatiye kirin jî ev agahî dan: “Ji destpêka salê û heta niha 44 dosyayên jin û zarokan hatine. Ji vane 12 dosya hatine çareserkirin û ji bo stargehên timî yên li Silêmaniyê hatine şandin. Li sorî salên borî, bûyer zêde bûne. Par 43 dosya hebûn. Lê îsal di nava 11 mehan de 44 dosya hatine li ber destê me. Hinek tên li gel me gelek şîdeta fizîkî li hemberî wan hatiye kirin. Sedema şîdetê bikaranîna torên civakî û peywendiyane. Bi xwe jî itiraf dikin ku ji aliyê xizmên xwe ve hatine êşandin. Di heman denê de, her kesek tê li gel me, di serî de em jêre rûpelek taybet vedikin û lêpirsînê li gel dikin û ifadeya wê digirîn. Hejmare telefonê ya xizmên wê digirîn. Li gel me hene, kesûkarên wê gotine xwe kuştiye, nezanîne li gel me nin. Lêkolîvanên me jêre raporê amede dikin. Beşê yasayî jî heye ku jêre pirsgirêkên yasayî çareser dike. Şevan çavdêriyek taybet li ser wan heye û xwarin û pêwîstiyên wan tên pêşwazîkirin.”
Şehla Omer diyar kir ku carna hinek jin hatine li gel wan endamek laşê wan tehrîb kirine û guhê hatiye birîne.
Berpirsa Stargeha Jinan a Germiyan Şehla Omer diyar kir ku ew kes bi biryara dadwer tên li gel wan û got: “Pirsgirêka me ewe ku stargeha me weke cihên din ne timî ye. Daxwaz dikin ku bikin timî, da ku ew dosyayên tên li gel me, weke stargehên din li gel me bimînin. Divê xebatkar û avahiyek guncav û baştir ji bo me were dayîn.”
(ab)