Çalakgera greva birçîbûnê Fadîle Tok zêdeyî 13 kîlo daye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endama Meclîsa Îştar ya Mexmûrê Fadîle Tok di roja 72’an de berdewam dike. Tendûristkar Bapîr Gundremoyî diyar kir ku Tok zêdeyî 13 kîlo daye, tansiyona wê radibe û dadikeve û pir bêtaqete.


Endama Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Fadîle Tok ji 20’ê Çileyê ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Fadîle Tok di roja 72’an de jî mîna roja yekemîn di çalakiya xwede bi biryar û manewiyata wê bilind e. Têkildarî tendûristiya Tok, tendûrsitkar Bapîr Gundremoyî agahî da.

Bapîr Gundremoyî diyar  kir ku Tok zêdeyî 13 kîlo daye û got, “Fadîle Tok weke roja yekemîn bi biryare û moralê wê pir bilinde. Lê di warê tendûristiyê pirsgirêk hene. Tansyona wê radibe û dadikeve. Pir zêde bêtaqet bûye û nikare weke berê hereket bike. Heya niha zêdeyî 13 kîlo daye.”

Bapîr daxuyakirin ku herçend Tok pirsgirêkên xwe yên tendûristiyê heye jî bi ti awayî naxwaze bide pêş û bi îradeya xwe ya xurt destûr nade tendûristiya wê bikeve rojevê.

Li gel Fadîle Tok çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya Mexmûrê di roja 107’an de didome.

(bz)