Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê bi komeke nû dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 157’an de ji aliyê komek nu ve hat dewir girtin. Herwiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vînek xurt roja xwe ya 122’an de didome.

 Merasîmê ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 52’emîn Hewar Gabarî axivî.

undefined

Çalekvan Hewar Gabarî destpêkê xêrhatina kesên amade, koma nû kir û wiha got: “Eger ji bo gelek bindest bi hezaran mirov, ciwanên wî gelî ji bo nirx û pîroziyên gelê xwe canê xwe li ber mirinê razane, ev tê wê wateyê ew gel azade. Dûbare serkeftin ji bo koma nû dikim.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.

(xt-md)