Çarşem, 22 Jan 2020 – 13:24 NAVENDA NÛÇEYAN
Cara pêşîn jinek bû serokkomara Yewnanistanê
Li Yewnanistanê Ekaterînî Sakellaropoulou bû serokkomar. Ekaterînî dibe yekem serokkomar a jin ya Yewnanistanê.
Li Yewnanistanê dema erka serokkomar Propokîs Pavlopoulos di meha Adarê de bi dawî dibe. Jina bi navê Ekaterînî Sakellaropoulou bi hilbijartina li parlementoyê weke serokkomara nû hat hilbijartin.
Ekaterînî ya ku temenê wê 63 sale li parlementoya ku 300 kursî lê hene dengê 261 parlementeran wergirt û di tûra yekemîn de hat hilbijartin.
Ekaterînî Sakellaropoulou wê di 13’yê Adarê de dest bi wezîfeya xwe bike.
(xb)