Celaliyan daxwaza serbest berdana parêzerê xwe dike

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan bi nameyekî daxwaza serbest berdana parêzerê xwe kir. Celaliyan ji rêxistinên mafê mirovan û sendîkaya parêzeran jî daxwaz kir ku ji bo serbest berdana parêzerê wê hewldanên pêwîst bide.


Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan Emîr Salar Dawidî, ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hate binçavkirin. Dawidî şandine girtîgeha Ewîn ya Tehranê. Hêzên Îtlaatê li mal û navenda karê Dawidî lêgerîn kiriye û dest danîne li ser gelek dosyayên giliyan.

Girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan ku 11 sale girtiye, li ser binçavkirina parêzerê xwe nameyek vekirî şand. Di nameya Celaliyan de bang li Rêxistina Mafê Mirovan û Sendîkaya Parêzeran dike û dibêje, “ Divê bi her awayek hewl bidin ev parêzerê parastina mafê mirovan dike, serbest were berdan. Nabe ku kesek ji bo azadî û hevkariya hinek din hewl dide, weke tawanbar were destgirtin. Eger hun destûr bidin kesên weke Emîr weke tawanbar werin dîtin û li beramber vêya de bêdeng bimînin, wê yên din jî li helwesta we binêre û wê kesek din ji bo parastina mafê kesên din erk negirin.

Emîr Salar (37) parêzerekî xwebexş yê Îraniye û heya niha parêzeriya gelek zîndaniyên siyasî yên Îranî kiriye.

(bz)