Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa li bajarê xwe Reqayê ne

Yekşem, 11 Pûşper 2017 – 15:11 

Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa li bajarê xwe Reqayê ne

Berdevka Oprasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û Fermandara Hêzên Sûriyeta Demokratîk Klara Reqa, piştî çend salan, weke fermandarên şer li bajarê xwe Reqayê ne.


REQA/ROJNEWS

Di operasyona rizgarkirina Reqayê de gelek şervanên jin cih digirin. Şervanên jin ên li refên herî pêş ên eniya şer têdikoşin, derbên li dilê DAIŞ’ê dixin.

Fermandarên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di her gava operasyona rizgarkirina Reqayê de bi erka pêşengiyê radibin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Klara Reqa û Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, ku bi xwe ji Reqayê ne, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de di nava liv û tevgerê de ne.

Di dîmenê ku Navenda Çapemeniyê ya YPJ’ê weşandin de, fermandarên jin şervanên li eniya şer ziyaret dikin û kêlî bi kêlî her gava operasyonê dişopînin.

Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa, ku li Reqayê ji dayik bûn û piştre tevlî nava refên YPJ’ê bûn, piştî ku serdana şervanan dikin, pêşwaziya sivîlan dikin.

Operasyona rizgarkirina Reqayê ji bo tevahiya cîhanê gelekî girîng e. Lê belê, ji bo jinên ku ji ber zilma DAIŞ’ê neçar mayîn ji Reqayê koçî bajarên din ên Rojava bikin û îro weke fermandar û şervan vegeriyane bajarê xwe, girîngtir e.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist