Dayîka 4 zarokan a xwe şewitandî jiyana xwe ji destda

Li navçeya Koyê ya ser bi Hewlerê dayîka çar zarokan a 31 salî ku duh bi şev xwe şewitandibû, li Hewlêr di nexweşxaneyê de jiyana xwe jidest da.


Duh bi şev dayîka 4 zarokan a 31 salî piştî ku hate gotin xwe şewitandiye, bedena wê ji sedî sed şewitîbû, rakiribûn nexweşxanê û piştî saetên nîvro li Hewlêr di nexweşxaneyê de jiyana xwe jidest da. Ji beriya jiyana xwe ji dest bide Rêveberê Polîsên Koyê Elî Abdullah ji ajansa me re gotibû; "Dema ku dayîka 4 zarokan xwe şewitandî, hevserê wî li ser kar bû. Piştî ku rakirine nexweşxaneyê, jina xwe şewtinadî gotiye wî bi xwe xwe şewitandiye. Sedemê xwe şewitandinê nayê zanîn. Lêkolîna di derbarê bûyerê de dewam dike.”

Li gorî agahiyên di torên civakî de belav bûne, jina xwe şewitandî ji ber sedemê danûstandina xirab a bi hevserê xwe re, xwe şewitandiye. Lê ev agahî nehatiye piştrast kirin.

(şk)