Dayîka Aştiyê rakirin nexweşxanê

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 55 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome berdewam dike. Çalakiya dayîkan ket roja 10’an de. Asayîş rê nade xwarin ji bo dayîkan bê şandin. Îro ji ber zextên asayîşa PDK’ê ku nahêle xarin û vexwarin biçe ji dayîkan re dayîka binavê Şerbet Salih rakirin nexweşxanê.


Ji bo ambergo û dorpêça ku ev 55 roj in li ser wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bê rakirin, ev 10 roj in li ber deriyê seytereya asayîşa PDK’ê Dayîkên Aştiyê di çalakiya runiştinê dene. Ji ber zextên asayîşa PDK’ê li ser dayîkan ku nahêlin tu kes serdana wan bike. Di heman demê de nahêlin xwarin û vexwarin ji dayîkan re biçe. Îro di saetên nîvro de dayîka binavê Şerbet Salih ji ber germahî, tansiyon û nexweşiya dil rakirin nexweşxaneya wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî.

Têkildarî rewşa Dayîka Aştiyê Şerbet Salih Dr. Medya, agahî da ajansa me û got: “Ev nêzî 55 roj in ambergo û dorpêçek li ser wargeha me heye. Ji bo ev ambergo û dorpêç bê rakirin ev 10 roj in dayîkên aştiyê li ber deriyê seytereya asayîşa PDK’ê di çalakiya runiştinê de ne. Îro ji ber zextên ku nahêlin kes biçe cem wan û xwarin û vexwarin ji dayîkan re biçe ,dayîka binavê Şerbet Salih rakirin nexweşxanê.”

Dr. Medya wiha berdewamî da axaftina xwe: “ Ji beriya niha jî agahiyek ji me re hat û gotin dayîkek nexweş ketiye. Em jî wek tîmek ya tenduristiyê me berê xwe da cihê çalakiyê lê belê rayedarên asayîşa PDK’ê nehêlan ku em biçin gel dayîkan û rewşa wan ya tenduristî kontrol bikin. Ji ber vê yekê îro dayîka binavê Şerbet Salih ku beriya niha tu nexweşiyên wê tune bûn, lê piştî ku ev 10 roj in di çalakiya runiştinê ya li ber deriyê seytereya asayîşa PDK’ê de ne nexweş ketiye û nexweşiyên dil, tansiyonê derketine.”

Herî dawî Dr Medya got divê bi awayekî lezgîn tevahî saziyên mafê mirovan û Netewên Yekbûyî xwedî li erka xwe derkevin.

(md-ep)