کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Di 6 mehan de 235 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin

  rojnews ajans
22/07/2020 - 1:18:01 pm
in JIN
0 0
A A
Di 6 mehan de 235 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Piştî qetilkirina Pinar Gûltekîn li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê jin nerazîbûn dan nîşan û bi dirûşmên, ‘Kujer AKP’ daketin qadan. Li gorî zanyariyan di nava 6 mehan de 235 jin li Tirkiyeyê bûne qûrbanî. Tevgerên Jin wê 26’ê mehê li dijî kuştinên sîstematîk ên jinan û ji bo pêkanîna ‘Hevpeymana Stenbolê’ çalakî lidarbixin.

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYA

Xwendekareke Zankoyê Pinar Gûltekîn ya ji bajarê Batmanê ya Bakurê Kurdistanê li bajarê Mûgla ya Tirkiyeyê bi awayeke hovane hate qetilkirin.

Li gorî zanyariyên ku malbata Gûltekîn derbarê keça xwede bi ragihandinan re parvekirine, Pinar li bajarê Mûgla bi tenê jiyan dikir. Piştî bi rêya telefonê nekarîne xwe bigihînin keça xwe, ji Stenbolê hatine Mûglayê û lêkolîn dane destpêkirin. Di encama lêkolînên 5 rojan de gihîştine cenazeyê wê.

Fetisand, şewitand û beton rijand ser

Bi rêya kamerayên ewlekariyê, kujer jî hatiye tespîtkirin û girtin. Li gorî agahiyan kujerê binavê Cemal Metîn Avci (32) li bin çavan de lixwe mikûr hatiye ku wî Pinarê qetil kiriye. Kujer dibêje, Pinar hevala wî bûye û ji ber hesûdiyê wê kiriye, nîqaşeke tund di navbera wan de derketiye. Piştî nîqaşê li beşa bodrûmê ya malê de Pinar bi lêdanê ser hişê xwe dibe, paşê bi destê xwe difetisîne. Ji bo delîl ji holê rake jî dixe varîlekî benzîn bi ser de dirijîne û paşê jî beton dirîjen ser û diavêje daristanê. Li gorî agahiyan kujer di heman demê de xwediyê ‘Bara cûce’ ye.

2 jinên din ên ciwan winda ne

Her wiha hîn Tirkiye bi hovîtiya bi ser Pinar de hatibû re ku mijûle, agahiyek jî ji Manîsayê û Dûzceyê ya bajarên Tirkiyeyê hat. Ji 21’ê Tîrmehê ve ji ciwanên bi navê Eylem Xidirtepe  (16) li Manîsayê, Damla Horoza (17) li Dûzceyê agahî nayên girtin.

Li navçeya qubînê ya êlihê jina 18 salî ya bi navê î.e. di 16’ê tîrmehê de bi awayeke bi gûman birîdar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê. piştî (î.e) rakirin nexweşxaneyê derketibû holê ku (î.e) ji aliyê çawîşê pispor ê dewleta Tirk (m.o) ve bi tecawizê re rûbirû hatiye.

Bîlançoya 6 mehan a kuştin û mirinên biguman ên jinan li Tirkiye û Kurdistanê

Di 6 mehên îsal de 146 jin ji aliyê mêran ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine qetilkirin. 89 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 235 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û piranî jî mêr ji aliyê dewletê ango desthilata AKP’ê hatine parastin û cezayên pêwîst negirtine.

Nerazîbûnên jinan û daxwazên wan

Kuştina Pinar Gûltekîn li Tirkiyeyê û Kurdistanê jin çalakiyên nerazîbûnê lidarxistin û îro jî çalakî berdewamin. Her wiha şevê din bi rêya medyaya mecazî Tag ji bo Pinar Gûltekîn hate vekirin û bû yek ji rojeveke sereke ya Tirkiyeyê.

Raya giştî ya Tirkiyeyê û bi taybet jî Tevgerên Jin desthilata AKP’ê ji zêdebûna hovîtiya dijî jinan berpirsyar digirin. Pankartên, “Em ne di şînê de ne, serî radikin’, ‘Kujerê jinan AKP’, ‘Kuştinên jinan polîtîke’, ‘Ne tenê ji bo Pinar em ji bo tevahî jinan serî radikin’, ‘Zilam lê dixe, dewlet diparêze’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin rakirin. Di daxuyaniya Platforma Jinan a Enqereyê de ev rexne li li desthilatdariya AKP’ê hate kirin, “Desthilata AKP’ê û saziyên wê yên zilamsalar, êrîşê mafên jin jiyana wan diparêzin, dikin. Êdî bi siyasteke dijminahiyê ji jinê re dike, sînordar namîne, dibe kujarê jinê. Tawanbar hûnin.”

Bi vê boneyê wê jin 26’ê li hev bicivin û zext li desthilata AKP-MHP’ê bikin, ji bo ‘Hevpeymana Stenbolê’ pêk bînin.  Hevpeymana Stenbolê çiye?

Navê wê yê fermî, “Pêşî lê girtina şîdeta dijî jinê û şîdeta nava malê, Peymana Konseya Ewrûpa ya têkoşîna pêşî lêgirtina dijî şîdetê’. Di encama têkoşîn û zexta zêde ya Tevgerên Jin de 11’ê Gulana 2011’an ev hevpeyman ji aliyê Tirkiyeyê ve hate îmzekirin. Ji ber ev peyman li Stenbolê hate îmzekirin, weke ‘Peymana Stenbolê’ tê zanîn.

Lê tevî ku hate îmzekirin û di sala 2014’an de qaşo kete meriyetê jî tenê li ser kaxiz ma û dewlet tenê bi awayeke şeklî, ji bo ketina Yekîtiya Ewropayê îmze kir.Lê AKP niha hewl Tirkiye ji endambûna vê peymanê bikişîne.

Bi zêdebûna tundî û hovîtiya li dijî jinan a li Tirkiye jin dixwazin ev peyman bikeve meriyetê. Li gorî peymanê divê kuştin û xwekuştinên jinan ji aliyê ekîbên pispor ve, bêyî rastî ti astengiyeke dewletê werin, bên lêkolînkirin. Ev ekîbane bikarin bi awayeke hêsan xwe bigihînin agahiyên li Qereqol, nexweşxane, Tiba Edlî, Dozgeriyan. Her wiha bikarin tundiya di nava saziyên dewletê de yên li dijî jinan jî lêkolîn bikin. Her wiha tundî ne tenê tundîya fizîkî, tundiya psîkolojîk û aborî jî digire nava xwe.

(bz)

Nûçeya berê

Parlamenterên YNK’ê wê li ser boykotkirina parlamentoyê bi hevserokê YNK’ê re bicivin

Nûçeya pişt re

Karmendek jiyana xwe ji dest da

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023
Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Semînerek li ser tevilbûna jinan a di navendên biryardanê de hat dayîn

Nûçeya pişt re
Karmendek jiyana xwe ji dest da

Karmendek jiyana xwe ji dest da

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Mêşo diyar kir ku dijmin û xayîn li hemberî xelkê Şengalê tûkçûn û Rêveberiya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist