Di hikûmeta nû ya Lubnanê de jinek bû Wezîra Parastinê

Di nava hikûmeta nû ya Lubnanê de ku dibin serokwezîriya Hesen Diyab de hate ava kirin 6 wezaret ji bo jin hate dayîn ku di navê de Wezareta Parastinê jî heye.


29’ê Cotmeha 2019’an Hikûmeta Saad El-Herîrî li ser zextên xwepêşanderan û nerazîbûnên gel îstîfakiribû. Li ser vê yekê xebatên avakirina hikûmeta nû hatibû destpêkirin. Li dewsa Herîrî Hesen Diyab ê Şîe û nêzî Hizbûllah tê zanîn hate erkdarkirin.

Serokkomarê Lubnanê Mişeh Avn ku Hesen Diyab û Serokê Meclîsê Nebih Berri li di qesra Serokkomariyê ya Baab’ê qebûl kir. Piştî civîna sê alî, Hesen Diyab li qesra Serokkomariyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kabîneya ji 20 kesan pêktê, eşkere kir. Diyab di daxuyaniyê de diyar kir kabîneya nû tev ji kesên teknokrat pêktê.

Di nava kabîneya nû de 6 wezaret ji bo jin hatiye dayîn. Yek ji wan 6 wezaretên ketiye para jinan jî Wezareta Parastinê ye. Ji Partiya Welatparêzên Azad Zêne Ekir bû Wezîra Parastinê ya nû. Ev jî weke yekem Wezîra Parastinê ya Lûbnanê û welatên Erebî ya jin tê qebûlkirin. 

5 wezaretên din ên ketine para jinan jî ji Wezareta Kar, Wezareta Dadê, Wezareta Ragihandin, Wezareta Koç û Koçberan û Wezareta Ciwan û Werzîrşê pêktê.

Di hikûmeta Saad El-Herîrî de 4 jin cih digirtin. Di nava wan wezaretan de Wezareta Karên Navxweyî ji bo jin hatibû dayîn.

Li gel ku hikûmet hate guhertin jî xwepêşandanên li Lubnanê didomin.

(bz)