‘Di ragihandinê de çanda zilamsalariyê hatiye avakirin’

Yekîtiya Navnetewî ya Jinan a Televizyon û Radyoyê, li Silêmanî semînerek li ser cihêkariya jinan di ragihandinê de lidarxist. Di semînerê de hat gotin ku desthilatdar çanda zilamsalariyê daye ava kirin.


Îro Yekitiya Navnetewî ya Jinan a Televziyon û Radyoyê li ser rolê jinan yê di ragihandinê de û pirsgirêkên ku di ragihandinê de rastî jinan tê semînerek li otêla Titanîka a bajarê Silêmaniyê lidarxist.

Di semînerê de gelek rojnamegerên jin yên di qenalên televziyon û radyoyan de kar dikin amade bûn. Di semînerê de behsa pirsgirêkên ku di ragihandinê jin li hemberî tên hat kirin. Di semînerê de hat gotin ku hertim di ragihandinê de bi çavê duwem temaşeyê jinan tê kirin.

Herwiha di guftugoyan de hat diyarkirin ku bandorek mezin ya hizb û desthilatdaran li ser vê mijarê heye, ji ber ku desthilatdar di ragihandinê de çandek ya zilamsariyê ava kirine. Ji bo vê jin jî rastî gelek astengiyan tên. Hat gotin ku çawa dinava civakê de cûdahî ya jin û zilaman heye, bi heman awayî di ragihandinê de jî ev yek tê kirin.

Yekitiya navnetewî ya jinên televziyon û radyoyan gotin ku ew dixwazin bi van semînerane jinan kom bikin û ji bo ji holê rakirina aqilê zilamslariyê bi hevre bixebitin.

Yekitiya navnetewî ya jinên televziyon û radyoyan, di sala 1949’an de hatiye damezrandin. Armanca vê rêxistinê ewe ku mafê jinan yê di ragihandinê de biparêze. Ofîsa vê rêxistinê li 14 welatan heye û di sala 2017’an de jî li Herêma Kurdistan  û Iraqê jî ofîsa xwe vekirine.

(nr)