‘Divê jinên Rojhilat kolbertiyê nekin û projeyên aboriyê bi afirînin’

Çarşem, 4 Mar 2020 – 07:51  NAVENDA NÛÇEYAN

‘Divê jinên Rojhilat kolbertiyê nekin û projeyên aboriyê bi afirînin’

Ji ber zêdebûna bêkarî û rewşa aborî ya her diçe xera dibe, beşek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo jiyana xwe berê xwe dane kolberiya ku karekî pir bi tehlûke ye. Endama koordînasyona KJAR’ê diyarkir ku siyaseta rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet tê rêvebirin, ji bo vê pêwîste jin werin gel hev û projeyek aboriyê bi afirînin.


Rojên agahiyên çîrokên trajîk ên têkildarî mirin û qetilkirina kolberan nayên kêm in. Temenê wan kesan ku ji 15 salî dest pê dikin digihîjin heta 50 salî. Dijwariya jiyanê we kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê jin jî ketine rêya kolbertiyê. Rojnameger Şehal jî da zanîn ku jin qurbanê sereke yê sîstema desthilatdariya Îranê ne.

https://youtu.be/IE_qops7LYg”>

Tevahî kolber li gel mirinê ji bo jiyanê di nav şer û têkoşînê de ne. Ev karê bi tehlûke piranî bi mirinê encam dibe. Her çi qasî ne bi hûrgilî bin jî li gor îstatîstîkan, sedema sereke ya mirin û birîndarbûna kolberan di encama destwerdana yekser a hêzên Îranê de pêk tên. Desthilatdariya Îranê çendîn caran diyar kiriye ku wê pirsgirêka kolberan û bêkariyê çareser bike. Lê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Her wiha bûyerên xwezayî û sirûştî jî yek ji sedemên ku dihêle kolber bibin qurban. Berf, qerisîna ji ber sermayê, ketina xwarê û xeniqandin yên herî zêde di vê rêya kolberiyê de tên dîtin in. 

Endama kordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan li ser vê mijarê ji RojNews re axivî û da zanîn ku siyaseta Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê tê bicih kirin. Viyan wiha pêde çû; “Ji ber ku ti mafek nasandinê nadin Kurdan. Di aliyê ziman, netew, çand û hûnerê de jî hewldanê tinekirinê hene. Herwiha siyaseta birsîbûnê li ser wan tê ferz kirin. Dema hejarbûn berê xwe da civakê, pirsgirêka jinan jî zêdetir dibe.”

Viyan di dewamê de got; “Niha kolbertiya jinan jî zêde bûye. Jin di temenê 15 heya 50 saliyê de kolberiyê dikin. Ev siyaseta wan ji bilî birsîbûnê nahêle kes tiştek din bifikire. Divê li hemberî vê siyasetê gelê Rojhilat guhertinan çêbike û ji bo rewşê jî tiştek bibînin. Divê ji bilî kolbertiyê rêyek din ya peydakirina derbarê bê dîtin. Pêwîste jin werin gel hev û projeyek aboriyê bi afirînin.”

Rojnameger Şehal Mihemed jî destnîşankir ku jin qurbanê sereke yê sîstema desthilatdariya Îranê ne. Wek sedem jî Şehal got; “Ji ber ku derfetê wan kêmtire, çi ji ber sîstema desthilatdariyê be yan jî civakê be, gelek caran têne çespandin. Ev jî dibe sedem ku jiyana jinan zehmet bibe û jin berê xwe bidin kolberiyê.”

Şehal di dewamê de diyarkir ku dewleta îslamî ya Îranê 40 sale bi pîlan kar li ser Rojhilatê Kurdistanê dike. Herwiha da zanîn ku ji bo ciwan ji rê derkevin, Îran madeyên hişber li ser wan dide karanîn. Herî dawî Şehal bang li jinan kir da ku xwe bi rêxistin bikin û hemberî zilmê şehîdên çend mehên dawî ji bîra wan neçe.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist