Dr. Çoman: Hêzekî Kurdî dibe sedema mirina du nifşên pêşeroja xwe        

Dr. Çoman Herdî di şîroveyek de behsa dorpêça PDK’ê ya li ser kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dike ku bûye sedem ku zarokên du jinan ji ber wan biçin. Dr. Çoman ji bo vê helwesta ne mirovane wiha dibêje, “Ya ku di vê qonaxa nû da rû da, ew rastiya tehle ku hêzeke Kurdî dibe sedema mirina nifşê pêşeroja xwe. Berê dijminên dagirkerên Kurd zarokên Kurdan dikuştin û ji bo xwe weke metirsiyek dîtin. Çima? Ji ber weke berdewambûna neteweyek didîtin. Di vê demê de hêzekî Kurdî bi form û modelekî din wezîfeya sembolîk ji bo dagirkeran pêktîne.”


Berê niha hefteyekî du jinên dûcanî yên ji wargeha penaberan a Mexmûrê ji ber rêgirtin û dorpêça PDK'ê zarokên xwe ji dest dan. Tevî rapora wan a nexweşxaneyê hebû jî asayîşa PDK'ê destûr neda herdu jinên ducanî ji bo nexweşxaneyê derbasê Hewlêrê bibin û di encamê de zarokên wan ji ber wan çû. Ev bûyera diltezîn û ne mirovane bû sedema nerazîbûnên gelê Kurd. Nivîskar û mamosteya Zankoyê Dr. Çoman Herdî li ser bûyera mirina du zarokan nivîsek ji ajansa me re nivîsî û rexne li desthilata Kurd ya bûye sedema mirina du pêşerojên gelê Kurd kir. 

Naveroka nivîsa Dr. Çoman Herdî wiha ye;

Bîranînên me yên netewî yên tijî çewisandin heye. Ev rewş jî hiştiye ku sîstemekî zextkar ya cinsî pêk bê.

Jinên Kurd jî timî wek jinek û wek Kurdek ji aliyê dagirkeran ve bûne armanc. Jinên neteweyeke bindest roleke diyar dibînin di dewamkirina netewe de. Ji ber Jin dibin sedem ku nifşên nû çêbikin. Her wiha zarok bi fêrkirina ziman, normên netewî û nirxên wê civakî dike. Ev rastiye wisa kiriye ku hem di warê civakî de hem jî di warê siyasî de dema êrîş û metirsî çêdibin, bi du şêweyî nêzîkatî ji bo jin tê raberkirin. Aliyek hewl dide bedena jin ji destdirêjî biparêze û nişfên pêşerojê bîne. Aliyê din jî hewl dide bedena jin bike armanc ji bo têkişandin û birîndarkirina cîhana sembolîk ya civakî û siyasî ya neteweyeke çewsayî (bindest).

Kampa Mexmûr ya dibin desthilata PDK’ê de jî nimûneyeke berçav a komeke bê welat ya ji aliyê NY ve tê birêvebirin.

Ev demeke bi bahaneyên ewlehî û siyasî asayîşa PDK’ê kampa Mexmûrê xistiye dorpêçê. Em rûberûyê cûreyeke dijayetiyeke netewî tên. Li gorî raportên du hefteyên borî, du jinên dûcanî ku rewşa wan nebaş bûye û pêwîstiya bi çûyîna gel bijîşkên Hewlêrê hebûye, li xala kontrolê ya Hewlêrê rê li wan tê girtin û di encam de herdu jî zarokên xwe ji dest didin. Ya di vê dema nû de pêkhat, rastiyeke tehle ku hêzeke Kurdî dibe sedema mirina nifşê pêşeroja xwe ku sembola berdewambûn û komeke bê welatin. Çima berê dagirker zarokên Kurd dikuştin? Ji ber weke berdewambûna neteweteyek didîtin. Di vê demê de hêzekî Kurdî bi form û şêweyeke cûda vê wezîfeya ku dagirker berê dikirin, bixwe pêktînin.

Bi dîtina min ev rewşe birîneke din di bedena nîştîmana me de vedike ku çiqas dagirker vêyali ser neteweya me dikin, ew çend jî hinek bixwe zilmekî mezin li neteweya xwe dikin.

(bz)