کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Gelawêj 19, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Em cenazeyên xwe dixwazin!’

  ROJNEWS- ARMANC HEREKOL
26/12/2021 - 7:36:55 am
in JIN
0 0
A A
‘Em cenazeyên xwe dixwazin!’
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Berxwedana li Deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bibûn di roja 83’yan de bi biryardariyek xurt didome. Dayîka bi navê Sebah Remedan ku di çalakiya Deriyê Sêmalka de cih digire û dayîka Emîne Îke ku li Wargeha Mexmûrê ye, bi yek dengî gotin: “Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin!”

Li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka, çalakiya ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bibûn, li ber baran û sermayê bi biryardariyek xurt di roja 83’yan de dewam dike.

Têkildarî vê çalakiyê, dayîka bi navê Sebah Remedan ku niha di çalakiya li Deriyê Sêmalka de cih digire û dayîka bi navê Emîne Îke ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî, ji ajansa me re axivîn.

Dayîka Sebeh Remedan di destpêka axaftina xwe de êrişên PDK’ê yên li ser wan û tevahî gelê Kurd bi tûndî şermezar kir û diyar kir ku nêzikatiyên PDK’ê yên li beramberî Kurdan, dijminatiye.

‘PDK û Mala Barzanî îxanetê li Kurdan dike’

Dayîka Sebah wiha qala armanc û berxwedana çalakiya li Deriyê Sêmalka kir: “Em di kesayeta Şehîd Mezlum Dogan de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li beramberî keda wan ditewînin. Çalakiya me 83 roj li pey xwe hişt û ti kes nemaye ku armanca me nezane. Em tenê cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Ti armancek a me ya cûda nîne. Ji aliyê tevahî sazî û destgehên Rojava ve, ev çalakî dewam dike. Her roj em peyama xwe û armanca xwe dûbare dikin. Lê belê tenê PDK û Mala Barzanî, çavê xwe li me digire. Em her roj cenazeyên xwe ji destê dewleta Tirk a hov distînin, lê em nizanin çima ev Mala Barzanî wisa li me dike. PDK û Mala Barzanî îxanetê li gelê Kurd dike.”

Dayîka Sebah Remedan di nava axaftinên xwe de diyar kir ku ew jî di nav de, sê caran şandeya Dayîkên Aştiyê çûne li ber deriyê sînor û daxwaza cenazeyên zarokên xwe kirine û PDK’ê jî ji dayîkan re gotine; ‘herin cenazeyên zarokên we li Îranê ne!’

‘Bi girtina deriyan nikarin me bitirsînin’

Dayîka Sebah di dewama axaftina xwe de behsa nêzîkatiyên PDK’ê yên li beramberî dayîkan kir û got: “Bi axaftinên nexweş û zextan, em ji derî vegerandin. Ciwanên me xwestin peyama xwe ragihînin, lê PDK’ê êrîşî ciwanên me kir. Ez şahidê wê bûyerê me, êrişên PDK’ê yên li ser me nayê qebûlkirin. Wan bi kevir şerê me kir, me jî ji bo parastina xwe kevir avêtin wan. Nêzikatiyên wan yên dijminane, divê ji aliyê her Kurdekî ve bê şermezarkirin. Em jî dibêjin ciwanên me rûmeta me ne, me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî serbikevin. Girtina deriyê sînor ti eleqeya xwe bi siyasetê ve nîne, raste rast dijmintî ye. Ew bi girtina deriyan nikare me bitirsîne. Heta ku daxwazên me pêkneyên em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Herî dawî Dayîka Sebah Remedan bang li tevahî dayîkên Kurdan kir da ku ji bo îxaneta Mala barzanî dakevin qadan û pişrgirî bidin çalakiya Deriyê Sêmalka.

‘Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin’

Dayîka ji Wargeha Mexmûrê ku bi navê Emîne Îke di detspêka axaftina xwe de çalakiya li Deriyê Sêmalka ji dil û can silav kir û wiha piştgiriya xwe anî ser ziman: “Wek malbatên şehîdan, em heta dawiyê piştgiriya çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe dikin û em dizanin ku ev çalakî ya me tevane. Ev 83 roje dayîkên me hemû li ber serma û êrişên PDK’ê berxwe didin û daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Em jî wek dayîk bang dikin, cenazeyan (zarokên me )bidin me! Ev çalakî rûmeta me ye û divê em xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Zilma herî mezin PDK li Kurdan dike. Divê em rasitya PDK’ê baş bizanin û li gor wê jiyan bikin.”

Dayîka Emîne Îke di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îxaneta herî mezin PDK li Kurdan dike û bang li tevahî gelê Kurd, malbatên şehîdan û malbatên pêşmergeyan kir da ku li pêşiya zilma PDK’ê bibin xwedî helwest.

 

Nûçeya berê

Welatiyên Seyiqsadiq ji bo parastina Şengalê banga qedexekirina qada hewayî kirin

Nûçeya pişt re

Temelê nexweşxaneya Rewandiz 7 salin hatiye danîn, lê hîn nehatiye temamkirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Jinên Mexmûrê li dijî  tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Jinên Mexmûrê li dijî  tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Gelawêj 19, 2022
Jinên Şengalê: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin

Jinên Şengalê: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin

Gelawêj 19, 2022

Gulşen bi gulan reng dide jiyanê

Meclisa Îştar a Mexmûrê qetilkirina Axîna biçûk şermezar kir

Nuran Sezgîn: Rola jinan di Şerê Gelê Şoreşgerî de gihiştiye asta herî jor

Endama Meclîsa Îştar: 15’ê Tebaxê rê li ber artêşbûna jinê vekir

Nûçeya pişt re
Temelê nexweşxaneya Rewandiz 7 salin hatiye danîn, lê hîn nehatiye temamkirin

Temelê nexweşxaneya Rewandiz 7 salin hatiye danîn, lê hîn nehatiye temamkirin

Yên Li Pêş

Balafirek keşfê bê navber li ser Mexmûrê digere

Balafirek keşfê bê navber li ser Mexmûrê digere

Gelawêj 19, 2022

Balafirek keşfê ji danê siharê ve bê navber li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê digere. Li gorî agahiyên hatine bides...

Ciwanên Êzidî: Dijmin destdirêjî li gelê me dike, neçin nav dijmin!

Ciwanên Êzidî: Dijmin destdirêjî li gelê me dike, neçin nav dijmin!

Gelawêj 19, 2022

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Ciwanên Êzidî li dijî siyaseta koçberiyê û destdirêjiya li ser civaka Êzidî bi hêrs in û dibêjin: ‘’Axîna...

Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin

Gelawêj 19, 2022

Piştî Şerfeddîn, li Qûba Hacalî jî duh cejna Cimayî destpê kir. Îro jî perî tê guhertin û merasîmên olî pêktên....

Jinên Şengalê: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin

Jinên Şengalê: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin

Gelawêj 19, 2022

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek lidarxst. Di civînê de hate...

Piştgiriya ji bo kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexekirî berfireh dibe

Piştgiriya ji bo kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexekirî berfireh dibe

Gelawêj 19, 2022

Welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe ya ji bo kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî anîn ziman û gotin:...

Li Ranya Cejna 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Ranya Cejna 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Gelawêj 19, 2022

Li Parka Deriyê bajar a Ranya ya navenda îdareya Raperîn bi boneya pîrozkirina cejna 15’ê Tebaxê merasîmek hat li darxistin....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist