Ew jî bi stranan destek didin berxwedan dayîkan

Dayika Eyşê ya li Mexmûrê li gel neviya xwe, bi riya telefonê ji bo dayikên ku ev 9 rojin dijî dorpêça li ser wargehê di çalakiyê de ne, stran gotin û destek dan wan. 


Dayikên aştiyê yên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) li dijî dorpêça ser wargehê ku ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve didome, ev 9 rojin li seytereya ser riya Hewlêrê di çalakiyê de ne.

Dayikên ku nekarîbûn biçin çalakiyê jî, desteka xwe ji bo çalakiyê nîşan didin. Dayîka bi navê Eyşê Arzu Îlhan û neviya wê Xubert bi riya telefonê û dîmen destek da berxwedana dayîkan.

Eyşê Arzu Îlhan got: “Em ji bo tevahî dayîkên ku li wir di çalakiya runiştinê dene serkeftinê dixwazin. Ez bang li Hikumeta Herêmê, partî û rêxistinên siyasî dikim ku bi awayekî lezgîn dopêça li ser wargeha Mexmûrê rakin.”

(md-ep)