Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinê gul danîn li ser jinên bê navnîşan. Jinan diyar kirin ku wê dengê xwe bêxin li ser hev û têkoşîna dijî şîdetê tenê bi yekgirtinê dibe.
Li Goristana Seywan a li Silêmaniyê Mektreba Rêxistinên Demokratîk ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinê gul danî li ser gorên jinên bê navnîşan.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên li ser navê şerefê hatine qetilkirin destpê kir.
Piştre peyama Mektreba Rêxistinên Demokratîk ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji aliyê Firya Abdullah ve hate xwendin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Weke nerazîbûnekî li djiî şîdet û jinkuştinê em ê dengê xwe bêxin li ser dengê hevdû û hêza xwe bikin yek, xebatkirina li dijî şîdetê bi yekgirtinê dibe. Divê hikûmet û rêxistin ji bo cezakirina bikujên jinan û wan kesên ku şîdetê li hemberî jinan dikin, hêza xwe bêxin tevgerê. Divê cudahiya zeyandî û tirs û pêşîlêgirtina maf û azadiya jinan were rawestandin û yasaya têkoşîna dijî şîdetê li parlamentoyê were sererast kirin.”
Di dawiya merasîmê de gulên spî danîn li ser gorên jinên bênavnîşan.
(ab)