Îro salvegera wefata jina pêşeng Hepsexana Neqîb e

Di rojek wekî îro de Jina tekoşer, siyasetmedar û parêzera mafê jinan Hepsexana Neqîb, di temenê xwe yê 62 salî de koça dawî kiriye. Îro jî bi qasî pêwîst ev jina pêşeng nayê bibîranîn.


Îro 66 sal bi ser wefata Hepsexana Neqîb re derbaz dibe. Hepsexan yek ji jinên pêşeng, siyasetmedar, jîr û parêzara mafê jinên Kurd bû.

Hepsexana Neqîb, Keça Meruf Berzenci ye û neviyê Ehmed Şêxê pismamê Şêx Mehmûdê Berzenci ye û hevsera Şêx Qadir Hefîd e. Hepsexana Neqîb, di sala 1891’an de li Silêmanî ji dayikbûye û di 12’ê Nîsana 1953’an de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Hepsexan Neqîb hîn di temenê xwe yê zaroktî de ji hevalên xwe gelek cûdatir bû. Ew zarokek jîr û bi cesaret bû. Vê taybetmendiya wê bala bavê wê kêşa û ji berwê çendê bavê wê hertim wê li gel xwe dibir civîn û semîneran. Bavê wê gelek giringî bi fikra wê dida.

Şêx Maruf di sala 1914'an de ji nişkanve koça dawî dike. Piştî mirina Şêx Maruf xêrnexwazan xwastin gelek tiştan bikin,Ger ne jiber jîrî û zanabûna Hepsexanê ba wê şerekî mezin rûda ba. Lê Hepsexan rê li pêşiya vî şerî girt û hîn zêdetir li hevkirinê da çêkirin.

Hepsexan Neqîb bê bira bû, piştî wefata bavê xwe cihê bavê xwe digre û karûbarên bavê xwe birêve dibe. Gelek caran zilaman dijbertî li hemberî Hepsexanê dikirin, lê ev dijbertî nedikarîn bandorê li ser Hepsexan çêkin.

Di sala 1923'an de li gel Şêx Qadirê pismamê xwe di zewice. Zarokek ya wan çêdibe, navê wî dikin Şamîl, lê Şamîl hîn di temenekî biçûk de wefat dike. Piştre tu zarokek din a wan çênabe.

Mala wê, her cihê civîn û mezinkirina fikrê netewî bû. Her wiha ji bo danasandina maf û erkê jinan bibû navendek. Ji bo tevlîbûna karên civakî, rêxistinî, her pirsgirêkek civakî û aboriya jinan û zextên li ser jinan, serî li Hepsexan didan. Jin di wê navendê de Kurdayetiya xwe nas dikir û di perwerdeya siyasî re derbas dibûn.

Di wê serdemê de xwendina keçan wekî tiştek şerm dihat dîtin, lê Hepsexan vê yekê ne dipejirand. Ji bona wê di sala 1926'an de li taxa Sabunkeran a Silêmanî dibîstanekî zanistî ji bo xwendekarên keç diveke. Bi xwe jî mal bi mal digeriya malbatan razî dikir ji bo zarokên xwe yên keç bişînin dibîstanê. Bi xwe jî diçe dibîstanê û xwe fêrî xwendinê dikir.

Li ser xwendina jinan peyamekî bi nav û deng ya Hepsexan Neqîb heye ku carek di civînekî li gel jinan de di xwîne û wiha dibêje; "Dema gelek tenê zilamên wana xwendekar bin, wê hevsengî çênebe û ew gel wekî zilamek seqet û cahêl bimîne. Yanî divê jin jî zanistê bixwînin."

Di wê serdemê de Hepsexan jinan pal dida ji bo govar û rojnameyan bi xwînin. Her wiha li pêşiya jinan diket û diçûn sînemayê, di wê serdemê de ev tişt yek ji tiştên herî balkêş dihate dîtin.

Yek ji taybetmendiyên din a Hepsexanê alîkarî kirina hejaran bû. Di vê derbarê de Dîroknas Şefîqe Elî bi nasnav Leylan bîranînekî xwe ya li gel Hepsexan bi rêya Rojnews'ê anî ziman û wiha got: "Ez li refa 4 ya dibîstana seretayî bûm, min li gel hevalên xwe sindoqek ji bo alîkariyê danî, ji bo em alîkariya kesên mexdûr û hejar bikin. Em li malan di geran. Dema ku em çûn mala Hepsexan gelek bi dilgermî em pêşwazî kirin û gelek pere xist di sindoqa me ya alîkariyê de. Herwiha xwarin da me û destê xwe bi serê me de anî. Ev helwesta Hepsexan em gelek keyfxweş kirîn."

Leylan rexne li jinên rojnameger û jinên çalakvan girt ku wekî pêwîst giringiyê bi dîroka jinên wekî Hepsexan nadin.

Hepsexan di 28'ê Hezîrana 1930'an de yekemîn komeleya jinan a bi navê Komeleya Jinên Kurd damezrand. Hepse Irfanî kir sekretera komeleyê û bi xwe jî rêveberiya komeleyê kir. Di wê demê de damezrandina komeleyek wisan ji bo parastina maf û daxwazên jinan, mînakên wan di cihanê de kêm in.

Hepsexan di sala 1930’an de ji bo eşkere kirin û nasîna mafê Kurdan nameyek ji Komeleya Gelan ya Cenevre re şand.

Dema ku Komara Kurdistanê li Mehabadê hat damezrandin, Hepsesan bi hemû hêza xwe ya aborî piştgiriya komarê kir. Li hember wê damezrênerê Komara Mihabadê Qazî Mihemed sipasnameyek taybet ya rêzdariyê ji bo Hepsexan şand.

Hepsexana Neqîb, di temenê 62 salî de, di roja 12’ê Nîsana 1953’an de bi nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û cenazeyê wê li girê Seywan a Silêmanî hate veşartin.

(şk)