Ji 21 wezîran tenê sê jê jinin

Ji 21 wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê sê jê jinin.


Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro Mesrur Barzanî weke serokwezîr hate li hilbijartin û Qabat Talebanî weke cîgirê wî hate hilbijartin. Herwiha 21 wezîranên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jê sond xwarin. Heta niha ji bo Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî namzet nehatiye destnîşan kirin.

Ji 21 wezîran û serokwezîr û cîgirê serokwezîr tenê 3 jê jin in. Wezîra Karûbarên Civakî Kwêstan Mihmed a ji Tevgera Goran, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî ya ji YNK'ê û Wezîra Herêm Vala Ferîd a ji PDK'ê ne.

Di kabîneya 8'emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de tenê wezîrek jin hebû. Ev yek bibû sedema nerazîbûna jinan. Her çiqas hejmarek jin komek avakirîbûn û serdana hizban kirin , ji bo ku di wezîfeyan de hevsengî di nava jin û zilaman de pêk were, lê ev hevsengî pêk nehat.

(ab)