Ji aliyê leşkerên Tirk ve kolberek hate qetilkirin

Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, leşkerên  Tirk mîna hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kirin.


Li gorî nûçeya Kolbernews'ê, roja Pênçşema borî, leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de komek kolber gulebaran kirin. Di encamê de kolberek hate kuştin. 

Li gorî Kolbernews'ê di serî de ew kolber  birîndar dibe, piştî ku bi birîndarî dikeve destê leşkerên Tirk, ji aliyê leşkeran ve tê êşkencekirin. Piştî ku rakirin nexweşxaneya Erzirumê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê, navê kolberê jiyana xwe ji dest daye, Xalis Hemîdzade ye û 22 salî ye. Xelkê gundê Balule yê Makoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ye.

(ab)