Seroka Encûmena Bilind a Xanimên Herêma Kurdistanê ragihand, jin ji ber destdirêjiyên zayendî nikarin di kerta taybet de bixebitin. Her wiha diyarkir ji sedî 66’ê jinên Herêma Kurdistanê ji ber destdirêjiyên zayendî nikarin di kerta taybet de kar bikin. Seroka encûmenê da zanîn divê astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî werin kêmkirin.
Li Hewlêrê Encûmena Bilind a Xanimên Herêma Kurdistanê li gel Desteya Rawêjkarî ya Yekitiya Ewropa ya li Iraqê sê rojan serhev semînerek li ser destdirêjiyên zayendî yên li cihê kar de beramberî jinan tên kirin lidarxist. Di semîneran de li ser afirandina rewşek aram ji bo jinên di kerta taybet de dixebitin, giftûgo kirin.
Derbarê semînerê û encama wê de Seroka Encûmena Bilind a Xanimên Herêma Kurdistanê Xanzad Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê. Xanzad got, “Pêwîste jin di dema karkirinê de hest bi aramiya fîzîkî û derûnî bikin. Pêwîste hevsengiya zayendî di karkirinê de bi taybetî di kerta taybet de hebe. Pêwîste astengiyên li pêş hevsengiya zayendî werin kêmkirin.”
Di dewamê de Xanzad Ehmed destnîşankir jin ji ber destdirêjiyên zayendî nikarin di kerta taybet de bi awayek baş bixebitin. Xanzad got, “Me di semîneran de li gel Desteya Rawêjkarî ya Yekitiya Ewropa ya li Iraqê, diyarkirina astengiyan û derxistina tedbîran daku jin li cihê karkirinê de rastî destdirêjiyên zayendî neyên, nîqaş kirin.”
Xanzad Ehmed da zanîn armancek din a semînerê ew bû ku yasayek taybet ji bo destdirêjiyên zayendî were derxistin, yan jî saziyek taybet bi vî karî li Herêma Kurdistanê were damezrandin bû.
Di dawiyê de jî Seroka Encûmena Bilind a Xanimên Herêma Kurdistanê Xanzad Ehmed got, “Li gorî lêkolînek ya encûmena me ya li gel Banka Navdewletî, derket ku ji sedî 66’ê jinan ji ber destdirêjiyên zayendî di kerta taybet de kar nakin.”
(kş)