‘Ji ber krîza aborî û nebûna fikrên nû rojname û govarên jinan nayên çapkirin’

Di sedsala 20’an de bi taybet piştî raperîna sala 1991’an de hejmarek zêde ya govar û rojnameyên taybet li ser pirsa jin li Herêma Kurdistanê hatin çapkirin. Lê niha gelek ji wan govar û rojnameyan nayên çapkirin. Jinên nivîskar û rojnameger ji sedemê vê yekê weke krîza aborî û nebûna fikir didin diyar kirin.


Di encama her şoreş û raperînan de jinan kar û xebatên xwe bi awayek bandorker dane meşandin û şopên xwe li her şoreşê de hiştine. Di aliyê rojnamegeriyê de jî bi taybet di sedsala 20’an de jinan têkoşînek mezin kirine. Weke mînak ji keça helbestvan Pîremêr Rehme Xan piştî wefata bavê xwe di sala 1950’an de dibe xwediyê çapxaneya rojnameya Jin. Her wiha hejmara yekem ya rojnameya jin jî di sala 1952’an li Başûrê Kurdistanê bi manşeta jina azad tê afirandin hate çapkirin.

Di her sedsalekê de bi taybet jî piştî her serhiladanekê bi dehan Govar û rojanameyên taybet li ser navê jinan derketine. Lê kijan govar û rojname derketibin jî nekariye xebatên xwe berdewam bike û hatine girtin. Lê niha rojnamegerên jin, govar û rojnameyên di demê berê de derketin û yên van salên dawî derketin berawird dikin û diyar dikin ku hejmara govar û rojname gelek kêm bûye. Rojnamevanên jin diyar dikin ku sedemê kêmbûna govar û rojnameyan ji weke zêdebûna medyayên civakî, kêmbûna xwendinê û hindek ji diyar dikin ku ji ber nebûna fikrên nû ev govar û rojname tên girtin.

Mamostaya Komelnasî Semîre Mistefa ku yek ji jinên li ser mijarên jinan xebat dike, li ser giringiya rojname û govaran ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Ew govar û rojnameyên tên çapkirin û dişînin bazarê, pêwîste ji aliyê jinan ve bên kirîn û giringiyê bidinê. Gelek ji ragihandinan erkê xwe baş bicih naynin û agahiyan bi ziravî lêkolîn nakin.  Ji ber wê di tevahiya demê xwede jinê soçdar dike.”

Semîre Mistefa got: “Medyaya civakî di her malekê de bi baldarî tê şopandin. Bi rêya medyaya civakî em dikarin govar û rojanameya bigihînin wan jinên ku heya niha jî nexwendine. Ji bo ku agahiya wan ji mafên wan hebe.”

Rêvebira Pirtûkxaneya Tewarî Yekitiya Jinan ya bajarê Silêmaniyê Sûnya Kamîl ji got: “Ez xwendina govar û rojnameya bi gûncavtir dibinim jî amûrên elektironîk, ji ber ku fikrê berfirehtir dike. Ew kesên ku serçaveyan ji amûrên elektironîk digirin, cûdane ji wan kesên ku rojname, govar û pirtûkan ku bi qaxez hatin nivîsandin di nava mejî de aliyek cûda dide çêkirin.”

Rojnamevan Seywan Rûstem yek ji wan jinên ku di sala 1995’an de serpereştiyan Rojnameya Dengê Jinê kiriye li ser kêmbûna govar û rojnameyên li ser jinê jî wiha axivî: “Gelek ji wan jinên ku di çapkirina govar û rojnameyan de kar dikirin dest ji kar berdane. Hebûna torên civakî û rojnameyên bi elektironîk her wiha sedemek yê kêmbûna rojnameyên bi qaxeze û êdî gelek kêm giringiyê didin qaxezê. Raste giringiyek mezin ya rojnamegeran heye. Lê belevkirina wan jî gelek giringe. Li gorî fikrê min rojnameyên bi qaxez giringiya xwe zêdetir ji rojnameyên bi elektironîke.”

Parêzer Peyman Ezedîn ku di sala 1997’an de serpereştiya Rojnameya Jiyan kirîbû ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Bi awayekî giştî ne tenê govar û rojnameyên girêdayî jinan lê ragihandin jî  giringiya wan nemaye. Hem wext medyaya civakî zêdetir cihê xwe heye, ji ragihandina nivîskî. Pêwîste ragihandinên jinan jî li gorî serdemê guhertina bidin çêkirin. Ne tenê yên taybet li ser jinan di her alî de pêwîste giringî bê dayîna rojnameyan.”

Rojname û  Govar di vê serdemê de bi awayekî giştî bandûriyek ya xwe heye û demê borî jî bi awayek cûda bandûriya xwe li ser jinê hebû. Ji bo wê pêwîste niha gelek giringî bê dayina govar û rojnameyan,  ji ber wan kesên ku li dijî jinanin yan jî jinan kêm dibînin. Jı ber ku piraniya rojnameyan dûrin ji pirsgirêkên jinan.

Rojnamevan Roza Tatanî diyar kir ku gelek giringe ku ragihandina taybet ya jin hebe û wiha pêde çû: “Ji ber ku di serdemên derbaz bûyî û niha jî bi awayekî gişti jin bê çapemenî mane. Ev şêwazê ku niha rojanmeyên jina tên birêvebirin jî taybet bi zîhniyeta baviksalarî tê birêve birin. Bi awayekî giştî tîrajên rojname û govaran di astek pir kêmdeye. Li gor fikrê min jî sedemê vê zêdebûna torên civakiye.”

Roza Tatanî fikrê wê li ser çapemeniya jina cûdaye û wiha diyar kir: “Ragihandin li ser bingehê îdolojiyekê tê avakirin. Lê çapemeniya jinan li Başûrê Kurdistanê jî nekarî bibe xwediyê îdolojiyekî li çarparçeyên Kurdistanê. Mînak ji bo ispatkirina axaftinên xwe ji, ji  Kanalê Jin tv re destnişan kir. Kenalê Jin Tv gelek radyo, rojname û ajansên taybet yê girêdayî wê hene.”

Roza Tatanî herî dawî ji got: “Ger ragihandin bû bi nivîskî wê giringî bê dayin. Pêwîste em xwendekaran zêde bikîn. Lê li Herêma Kurdistanê xwendin pir kême û pêwîste ji nûve dizaynên nû di ragihandina nivîskî de bêne çêkirin. Pêwîste çanda xwendinê bê avakirin.”

(ep)