Amîneh Kakabaveh li temenê 13 salî de li dijî zewicandina bi fermandarekî supay pasdaran dibe serhildêr û dibe pêşmergeyek Komel. Piştre digihî navenda biryara Ewropa û li dijî dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk têdikoşe.
Amîneh Kakabaveh li çiya fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Li Ewropa heta pileya masterê diçe. Helwesta Amîneh Kakabaveh a li parlamentoya Swêdî û li dilê Ewropa de li ser dilê Erdogan û dewleta Tirk bûye girê. Ji ber helwesta wê ya herî dawî hikûmeta Swêd neçar bû siyaseta xwe ya li gel dewleta Tirk li ber çavan re derbas bike.
Amîneh Kakabaveh di 6’ê Çileya sala 1970’an de li gundê Turcanî yê bajarê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di temenê 13 salî de, fermandarekî Supay Pasdaran zextê li bavê wê dike ku Amîneh li gel bizewice. Lê, Amîneh red dike û ji gund direve û tevlî nava refên pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dibe û dibe pêşmerge.
Rewşa malbata Amîneh a li gundê Turcan rê nedida Amîneh biçe dibistanê, lewma Amîneh li çiya fêrî xwendin û nivîsandinê dibe.
Amîneh di sala 1992’yan de berê xwe dide Ewropa û li welatê Swêd dibe koçber û rojane kar dike û şevan jî dixwîne. Tevî jiyana dijwar a koçberî, lê dîsan dibe xwendiyê dîplomeya zanîngehê û ji zanîngeha Stokholmê dîplomeya masterê distîne.
Amîneh li Ewropa dest ji jiyana siyasî û rêxistinê naberde. Di sala 2005’an de ji rêxistina ‘Ni Putes Ni Soumises ‘ ya Fransî îlham digire û ji bo parastina penaberên li Swêdê cihê xwe di nava rêxistina bi navê ‘Varken hora eller kuvad’ de digire.
Di sala 2008’an de li Swêdê Partiya Çep a Swêdê dibe navnîşana nû ya karê siyasî yê Amîneh yê. Dibe parlamentera Stokholmê ya parlamentoya Swêdê. Ji wê demê ve ev cara sêyemîne dibe parlamenter.
Amîneh di her sê demên parlamentoya Swêdê de parastina mafê Kurd û bi taybet Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li dijî êriş, komkujî û dagrikeriya Erdogan û dewleta Tirk xwedî helweste.
Dengê wê yê zindî yê li parlamentoya Swêdê wiha li Erdogan kir ku bi fermî daxwaz ji Partiya Çep a Swêdê bike bi sûcdariya PKK’ê bûnê radestî Tirkiyeyê bike.
Heta Erdogan radestkirina Amîneh kir mercê heta Swêd bibe endamê NATO’yê û Erdogan got: “Swêd bûye malbenda PKK’ê û em baş nabînin bibe endamê NATO’yê, heta ku li parlamentoya hinek kes rûninin û parastina PKK’ê bikin.” Mebesta wî Amîneh Kakabaveh bû.
Li gorî Amîneh Kakabaveh NATO bi şer û cengê ava bûye, lewma li dijî vê yekê ku Swêd bibe endamê NATO’yê. Lê, diyar kir ku nabe bi endambûna NATO’yê re bikeve di bin xwesteka dewleta Tirk de.
Amîneh Kakabaveh ew keçe ku di temenê zarokatî ve li dijî xwesteka fermandarekî Supay Pasdarên derdikeve. Di temenê ciwanî de li dijî dagirkeriyê têkoşîn kiriye.
Di nava dilê Ewropa de Swêdê neçar dike, siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike û neçe li jêr xwesteka dewleta Tirk a li dijî doza gelê Kurd û bi taybet Rojavayê Kurdistanê.
Di rûniştina parlamentoya Swêdê ya di 7’ê Hezîranê de, di dengdana pêbaweriyê ya li Meclîsê de, dengê parlementera Kurd Amîneh Kakabaveh ku li dijî ketina Tirkiyeyê ya di berdêla ketina NATO’yê de tawîzan bide, diyarker bû. Amîneh Kakabaveh bi dengê xwe xwest baweriyê ji hikûmeta Swêdê bigire ku pirsgiriya doza Kurd bike û nekeve di bin daxwazên Erdogan de.
Di rûniştê de Amîneh Kakabaveh gotarek pêşkêş kir û got: “Cengawerên azadiyê yên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê xebat kir û cîhan ji terorê rizgar kir. Pêwîste piştgiriya wan bikin. Nabe Swêd bikeve rêza yên pişta xwe didinê. Divê Selahedîn Demirtaş û girtiyên siyasî yên din berin berdan. Dema ku Erdogan çekên kîmyawî li dijî jin û zarokan bi kar tîne nabe em bêdeng bîn.”
Amîneh Kakabaveh di sedsala 21’an de ew rastî îspat kir ku jina Kurd dikare bi dengê xwe denga navneteweyî bide guhertin û ji dewletên dagirker ên weke Tirkiyeyê ku tîniyê xwîna Kurdanin re bêje raweste!
(ab)