Jin bi karên komînal debara xwe dikin

Jinên Helebceyî bi karên komînal hewl didin debara xwe bikin. Jinan ciheke kar ya nanpêjî û xwarinpêjiyê vekirine û her diçe mûşteriyên wan zêde dibin.


Komek jinên Helebceyî ji bo debara jiyana xwe bikin, dest bi karên komînal kirin. Li taxa Şehîdan a bajarê Helebceyê jinan ciheke nan çêkirinê vekirin. Di vê cihê kar de hem ji bo pêşxistina peywendiyên xurt bihevre û geşepêdana têkiliyên civakî, hem jî ji bo debara xwe bikin û di warê aborî de bi temamî girêdayî mêr nemînin bixwe hinek derfetên kar ji bo xwe xwe ava dikin. Ev koma jinan ji 10 kesan pêktê û ji aliyê jinek ve tê birêvebirin.

Jin gelek cûreyên nan yên herêmî çêdikin. Nanê tîrê, nanê Hewramî, nanê ceh, nanê sêlê, kulîçe, şîrînî û gelek cûreyên din yên şîrînî û nan çêdikin.

Di nava her xurfeyekî de jinek cûreyeke cûda ya nan çêdike. Ji derveyî nan gelek xwarinên herêmî yên Kurdewarî jî li vê mala jinan de tê çêkirin.

Di nava demekî kurt de li Helebceyê hate naskirin û ji ber nanê wan yên xweş û xwezayî û xwarinên wan yên bi tam gelek mûşteriyên wan yên sabît hene. Gelê Helebceyê ji wan xwestine ku karê xwe mezintir bikin. Mûşterî bi telefonê daxwazên xwe ji wan re dibêjin û ew jî li ser daxwaza wan nan yanjî xwarin amade dikin.

Karmendên vê malê ji saet 8’ê Sibehê heyanî saet 6’ê êvarê bihevre dixebitin. Ev jin ji ber derxistina berhemên xwe keyfxweşin û ji ber vê yekê zêde bi westandina xwe nahesin.

Yek jivan jinên kar dikin Wezîre Elî dibêje, ji bo aboriyeke serbixwe ya jinan çêbibe û bixwe bikarin pêwîstiyên xwe pêk bînin ev derfeteke başe ji bo wan û diyar kir ku divê jin wer bike ku çavê wê li destê kesek din nemîne.

Jina binavê Seyran Tofîq ku Peymangeha Rêvebirina Kar temam kiriye, li vê malê dest bi kar kiriye û dibêje, xwarinên ku ew çêdikin ji bo tendûristiyê başin û paqijin. Seyran dazanîn ku xwarinên kargehan yên amade ne başin û zirerê didin tendûristiyê. Seyran Tofîq ji welatiyan xwest ku welatî zêdetir berê xwe bidin xwarinên herêmî yên bi tendûrist.

(şk)