Jin daxwaza Wezareta Dadê dikin

Yek ji wezaretên ku jin daxwaz dikin têda cihê xwe bigrin Wezareta Dadê ye. Koma binavê Wekheviya Jin û Zilam di Kabîney Nû de diyar dikin ku ger jin di vê wezaretê de cihê xwe bigrin, wê karek baştir bikin û yasayê bicîh bînin.


Di 29'ê Nîsana îsal de li Otêla Çarçira ya li Hewlêrê Koma Wekheviya Jin û Zilam di Kabîney Nû de hat avakirin. Ev kom ji jimarek jinên ku diwarê mafên jinan de kardikin, nûnerên hizban, kesayetên siyasî û jinên akademisyen pêktê. Komê li Hewlêrê civînek ya çapemeniyê li darxist û daxwaz kirin ku mîna parlamentoyê rêjeya ji sedî 30 ya jinan di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî cihê xwe bigre.

Li gorî zanyariyên Rojnews'ê ji endama komê Jîno Mihemed wergirtin, komê serdana parlamentoya Herêma Kurdistan, Serokatiya Parlamento û Meclîsa Bilind a Xaniman kirine û jiwana daxwaz kirine ku ew kar ji bo pêkanîna xwestekên wana bikin. Niha Koma jinan li Silêmanî kar û civînên xwe berdewam dikin, herwiha diyar jî dikin ku ger pêwîst bike ewê carek din çalakiyên xwe li Hewlêrê berdewam bikin.

Jîno Mihemed eşkere kir ku ewê şandeyek ji koma jinan ava bikin daku serdana partiyên siyasî bikin ji bo bicîhanîna daxwazên wana. Jîno Mihemed herwiha fikarên xwe yên li ser nêzîkatiyên partiyên siyasî anî ziman û got; "Hizb li Başûr naxwazin jin di meqamên biryardayînê de cihê xwe bigrin." Jîno Mihemed diyarkir ku divê jin xwe bixwe pêngavan bavêjin, piştgiriya hevdû bikin û li benda hizban nemînin.

Koma Wekheviya Jin û Zilam di Kabîney Nû de herî zêde daxwaz dikin ku di kabîneya nû ya hikûmetê de cihê xwe dinava desthilata dadweriyê de bigrin. Jîno Mihemed eşkere kir ku hinek dadwerên jin yên baş hene ku ji ber rê pê nayên dayîn di warê dadweriyê de karbikin yanjî rolê xwe hebin û yasayê bicîhbînin, dawî li karê xwe anîne. Li gorî Jîno Mihemed dibêje ger rê bi jinan were dayîn ku di van postan de cih bigrin, dikarin bandorek mezin çêkin û vê sîstemê biguherînin. Jîno Mihemed diyar jî kir ger xwestekên wana neyên pêkanîn wê  helwestên wan yên din hebin.

Herî dawî jî Jîno Mihemed eşkere kir ku ewê di rojên pêş de peywendî li gel jinên Rojava daynin ji bo ku sudê ji ezmûna wana werbigrin û sîstema hevserokati derbazî Başûrê Kurdistanê jî bikin.

(şk)