‘Jin dikarin bi kar û projeyên cûda hem dahat hemjî berhemê navxweyî zêdetir bikin’

Li navçeya Ranya jina bi navê Diyarbekir Qadir kargehek çêkirina şirîniyan vekiriye û bi vê kargeha xwe hem debara jiyana xwe dike hem jî derfetên kar ji bo 13 jinan peyda kiriye. Qadir da zanîn ku divê jin ji bo peydakirina debara xwe û zêdekirina berhemê navxweyî ji malê derkevin û bikevin nava hewildanan. Her wiha got ku ger hikûmet alîkarî bide xwediyên projeyan wê rêjeya bêkariyê kêmtir bibe.


Jina bi navê Diyarbekir Qadir xelkê navçeya Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmani ye. Çar sal in kargehek ya şirînahî vekiriye. Di kargeha wê de 13 karmendên jin hene.

Diyarbekir Qadir têkildarî karê xwe ji RojNews’ê re axivî û got; “4 sal in min dest bi karê çêkirina şirînahiyan kiriye. Ji zarokatiya xwe ve xwesteka min li ser bûna hostayê şirinahiyê hebû. Bêy ku ez rawestim min dest bi kar kir, di destpêkirina vî karî de gelek kes hebûn alîkarî dan min û hêz dan min. Destpêkê ji dikanek biçûk min dest bi vî karî kir niha jî karê min mezin bûye û dikarim 13 jinan li cem xwe bidim xebitandin.”

Şirîniyên ku li kargeha Diyarbekir Qadir têne amdekirin pêktên ji, beqlewatên bi rûnê xwemalî, beqlewatên bi fisteq, birmeyên sade, şeklame, piskêt bi kuncî, kulîçeyên bi guz û xurme, şehriye, şirinahiyên îranî û çêkirina kêka ji bo rojên taybet.

Têkildarî firotina şirinahiyan jî Diyarberkir got, “Xwestekek zêde li ser şirinahiyên me hene, hinek roja sê caran em sêniyê tije dikin xelas dibe. Sedemê wê jî ewe ku şirinahiya me paqij û rêjeyekî kêm ya şekir dinav de heye. Hinek car mêhvan ji cihên din tên Ranya dema di vegirerin jî tên şirînahiyên me dibin. Her wiha ev kargeh ji bo van jinên karmend jî bûye çavkaniyek ya aboriyê.”

Têkildarî pirsa gelo hikûmet alîkariyek bi were kiriye ji bo vê projeyê, Diyarbekir bi ken bersiv da û got; “Ji xwe qet behsa hikûmetê neke. Heya niha tû alîkariyek me nekiriye yên ku dikin jî xelkeke ji bo xwe dikin. Hikûmet alîkariya projeyên mezin nake, wê çawan ya projeyek wisan biçûk bikin. Ji xwe dema hikûmetê alîkariya kesên xwedî proje kiriba wê rêjeya bêkariyê gelek kêmtir bûya.”

Di dawiya axaftina xwe de Diyarbekir Qadir bang li jinan kir û wiha got; “Bila êdî jin ji malê derkevin, eger bixwazin dikarin proje û karên cûda bi pêşxin, wê hem ji bo wan wek dahatek be hem jî wê berhemê navxweyî zêdetir bibin.”

(şk)