‘Jin dikarin ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyek bihêz bikin’

Pênçşem, 5 Mar 2020 – 07:47  SILÊMANÎ/ROJNEWS

‘Jin dikarin ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyek bihêz bikin’

Endama Desteya Tevgera Azadî diyarkir ku jin qurbanê sereke yê dagirkeranin û li hemberî wê jî bang li jinan kir daku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî pêşengtiyê bikin. Rojnameger Jîno jî diyarkir ku jin dikarin ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyek bi hêz bikin.


Yekîtiya netewî rojeva sereke ya gelê Kurde. Xewn û xeyala gelê Kurd ewe ku hemû hizbên Kurdan bibin yek û kongereyek netewî lidarbixin. Lê hîn jî encamek diyarker derneketiye holê. Li ser vê mijarê rojnameger Jîno Mihemed û Endama Desteya Tevgera Azadî Şehên Mihemed ji Rojnews re axivîn.

Endama Desteya Tevgera Azadî Şehên Mihemed destpêkê balkêşa ser rolê jinan di pêkanîna yekîtiya netewî û têkoşîna wan ya dijî komployên li ser gelê Kurd. Şehên got ku dagirkerî û komployên dijî gelê Kurd dewam dikin, jin jî qurbanê sereke yên dagirkeranin. Şehên li hemberî vê jî bang li jinan kir daku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî pêşengtiyê bikin.

Şehên di dewamê de balkêşa ser têkoşîna jinan ya li Başûrê Kurdistanê jî û da zanîn ku divê jinên Başûr yekîtiya xwe ava bikin û pêşengtiyê bikin.

Rojnameger Jîno Mihemed jî got ku jinan pêngavên baş ji bo pêkanîna yekîtiya netewî avêtine û gelek caran bi vê armancê çalakiyên cur be cûr lidarxistine.

Jîno diyarkir ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Wek sedem jî got; “Tirkiye dizane dengek ji bo piştgiriya yekîtiya netewî heye û dixwaza dengê heyî ji holê rake. Em dikarin weke jin, ji bo pêkanîna yekîtiya netewî pêşengtiyek bi hêz bikin.”

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist