Jin ji ber rêjeya kêm a jinan di navendên biryardayînê de bi fikarin

Her çendî ku sala 2007’an de Parlamentoya Iraqê biryarek  derxist ku divê di navendên biryardayînê de ji sedî 25’ê wê jin cih bigrin, lê jinên Kerkûkê dibêjin ev biryar nayê bicihanîn.


Li sala 2007’an Parlamentoya Iraqê biryarek erê kir ku li gora wê diviyabû ji sedî 25’ê navendên biryardanê di destê jinan de bin. Lê ev biryar heya niha jî nehatiye bicihanîn. Ji ber vê yekê jin bi fikarin. Jinên Kerkûkê jî li ser bicihneanîna vê biryarê ji RojNews’ê re axivîn.

Çalakvana Mafên Jinan Esmer Letîf, fikarên xwe ji ber zêdenekirina rêjeya jinan anî ziman û got; “Jin jî jêhatîne dikarin her tiştî bikin, lê çima hertim rêjeya zilama tê zêdekirin û rêjeya jinan nayê zêdekirin?”

Esmer Letîf sedemê vê yekê jî bi hişmendiya baviksalarî ve girêda û wiha domand; “Bawerî bi jêhatinên jinan nine, yan jî ji berku jin ji wana baştir karê xwe dikin, jin têne paşguhxistin.”

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistan a Liqa Kerkûkê Jiyan Hemîd jî wiha nêrîna xwe anî ziman; “Divê em daxwaza hebûna xwe bikin û ji zilaman kêmtir nebîn.Divê em karê xwe bikin û xwe bi pêşxin, divê baweriya me bi  me hebe. Divê wisan bawerî bi xwe bînin ku bêjin tiştek nikare li pêşiya me bibe asteng.”

Di dewama axaftina xwe de Jiyan Hemîd anî ziman ku tu yasayek ji bo parastina mafên jinan nine heya jin bikarin bi rêya wê yasayê daxwaza mafên xwe bikin û wiha pêde çû; “Dema pirsgirêkek a jinan hebe jî tu dadgehek nine bi taybetî jî li Kerkûkê piştgiriya mafên jinan bike.”

Parlementera YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Elmas Fazil jî fikarên xwe yên li ser paşguhxistina jinan anî ziman û ev tişt gotin; “Ya ku Iraq fikra wê nake tenê mesla jina ye û ev rastiya welatê me ye”

Her wiha Elmas Fazil da zanîn ku li Kerkûkê rêjeyek bştir ya jinan heye ji parêzgehên din ên başûrê Iraqê û wiha got; “Raste jin ta astek bi pêşde hatine, lê bandora ol û ji hev cûdanekirina ol û dewletê, her wiha nebûna yasayek li ser parastina mafên kesî sedemê kêmaniya jinan in.”

Elmas Fazil da zanîn ku wana daxwaz kirine çawan rêjeya ji sedî 25 li parlamentoyê hatiye bicihanîn heman tişt di desthilatên din de jî werin bicihanîn.

(şk)