Li gorî daxuyaniya polîsên Xurmal jinek ciwan ku zanîngehê qedandî agir berdaye bedena xwe û piştî 5 rojan jiyana xwe ji dest daye.
Jinek ciwan ku 5 roj bûn li nexweşxaneya Silêmaniyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Jina ciwan ya bi navê Ş.Y ya niştecihê bajarokê Xurmal ya ser bi parêzgeha Helebceyê ye û 25 salî bû. Ş.Y zanîngehê qedandibû. Li gorî malbat dibêje jina ciwan agir berdabû bedena xwe û ji sedî 70’ê bedena wê şewitibû. Lê nezanîn ji ber çi agir berdaye bedena xwe. Jina ciwan 5 roj bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin, danê siharê jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Helebce Berzan Osman derbarê bûyerê daxuyaniyek nivîskî da û got; “Ş.Y. xwe şewitandibû û rakiribûn nexweşxaneya Xurmal. Pişt re derbazî beşa lezgîn ya nexweşxaneya Silêmanî kiribûn. Dosyaya buyerê ji aliyê polîsên Xurmal ve tê lêkolîn kirin.”
Heya niha derbarê bûyerê kesek nehatiye binçavkirin.
Di nava 10 salên borî de cara yekeme ku buyerek ya xwe şewitandinê li Xurmal ru dide.
Rêjeya kuştin û xwekuştina jinan ya li Başûrê Kurdistanê di aste zêde de bilindbûye. Her wiha duh jî li navçeya Xaneqîn ya girêdayî parêzgeha Diyale dayîka du zarokan xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî.
Di asta kuştin û xwekuştina jinan de bêdengiyek metirsîdar heye û ev yek dibe sedema zêdebûna tundutijiyê.
(fk)