Yekşem, 8 Mar 2020 – 20:12 ŞENGAL/ROJNEWS
Jinan 8’ê Adarê li Şengalê bi coş pîroz kir
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Şengalê ji aliyê jinan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Jinên Êzidî bi dirûşma, ‘Em ê bi ruhê 8’ê Adarê bikin tolhildana jinên Êzidxanê û xweseriya Şengalê misoger bikin’ li nehiya Sinûnê ya bi ser Şengalê li hev civiyan. Jinên li sûka Sinûnê gihiştin hev, ber bi qada ku dê pîrozbahî lê pêk bê ve meşiyan. Jinên bi tilîlî û dirûşmên, ‘Jin jiyan azadî, bijî Rêber Apo’ meşiyan, bi çepik û dirûşman li qadê hatin pêşwazîkirin.
Şahî, piştî merasîma rêzgirtinê, bi axaftina berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî, Hevseroka Desteya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîhan Hico û fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî dest pê kir.
Axaftvanan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên Êzidî û jinên cîhanê pîroz kir û bal kişandin ser ruhê berxwedêr ê ji Clara heta Sarayan di kesayeta jinên têkoşer ên şehîd Bêrîvan, şehîd Xanê de pêk hatî û dilsoziya xwe ya vê têkoşînê diyar kirin.
Piştî axaftinan pîrozbahî bi şahiyê dewam kir. Hunermendên Koma Şehîd Nûjiyan û hunermend Narînxan derketin ser dikê û bi stranên xwe jin coşandin. Jinên bi cil û bergên rengîn tevlî pîrozbahî bûn li ber stranan heta derengiya rojê govend gerandin.
(kom)