Jineke din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Hate îdiakirin ku li navçey a Xaneqînê ya Diyale jinekê xwe hilawistiye û dawî ji jiyana xwe aniye. Sedem nayê zanîn. Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsinê kir.


Li bajaroka Qeretepe ya ser bi Xaneqînê bi awayekî bi guman jinek 22 salî ya dayika zarokê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên Endamê Rêveberiiya Nexweşxaneya Qeretepe Ehmed Cefer  dane, cenazeyê jinekê anîne nexweşxaneyê û şopên ben li stûyên wê ve xuya dikin. Ji bo lêkolînê cenaze ji bo Tiba Edlî ya Kelarê hate rakirin.

Sedema bûyerê nehate zanin. Hate hînbûn ku polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

(rn)