Jineke Rojhilatî nerazîbûn nîşana sergirtina mecbûrî da

Jineke ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî girtin anjî hîcaba mecbûrî ya rejîma îslamî ya Îranê li ser jinan ferz dike, derket kolanê û laçika xwe avêt. Ev helwesta wê li rastê eleqeyeke zêde ya welatiyan hat.


Li gorî wêneyeke hinek medyayên Kurd belavkirine û zanyarî dane, duh piştî nîvro jineke bi temen a ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî sergirtin anjî hîcaba mecbûrî nerazîbûn nîşan da.

Dema ku weke nerazîbûn laçika xwe diavêje û daxwaz dike destwerdan li şêwazê jiyana jinan neyê kirin, niştecihên taxa Sêryanî Edebî ya bajêr eleqeyeke mezin nîşan didin û li dora wê kom dibin.

Piştî kombûna welatiyan li dora jina nerazî hêzên rejîma Îranê yên Sineyê welatiyan belav kirin.

Hêjayî bi bîr xistinêye ku li Îranê sergirtin anjî hîcab bi yasayan hatiye mecbûrîkirin. Lê tevî vê yekê jî hem jinên Kurd hem jî jinên Îranê di her fersendekî de daxwaza rakirina vê yasayê dikin û daxwaz dikin ku destwerdan li şêwazê jiyana jinan nekin. Ji ber vê jî pêşengên çalakiyên nerazîbûnên li Îranê piranî jinin.

(bz)