کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gelawêj 14, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

  ROJNEWS- ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
28/06/2022 - 7:55:01 am
in JIN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang li tevahiya jinên ciwan kir ku beşdarî kongreyê bibin û bersiva hemû êrîş û zextên li ser jinan bidin.

Bi êrişa 3 Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê re herî zêde jinên Êzidî êş kêşan, hatin revandin, di bazaran de hatin firotin. Piştî fermana 3 Tebaxê jinên Êzidî li hemberî qirkirinê xwe bi rêxistinkirin. Li Şengalê jin di nava saziyan de bi awayek aktîv rola xwe leyîstin û bicihbûn. Li Şengalê Jinên Ciwan taybet xwe birêxistinkirin û di roja meya îro de gihiştine astek bilind ku kongreyên xwe lidarbixin. Jinên Ciwan biryara lidarxistina yekemîn kongreya xwe dan.

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan li ser armanca lidarxistina yekemîn Kongreya Jinên ciwan ji ajansa me re axivî.

Botan da diyakirin ku ewê di 30’ê Hezîranê li navenda Şengalê yekemîn kongreya xwe lidarbixin û ji bo tevlîbûnê jî banga beşdariyê li hemû jinên ciwan ên Êzidî kir.

‘Divê jin li Şengalê rêxistinek xurt ava bikin’

Botan destpêkê behsa armanca sereke ya lidarxistina kongreyê dike û wiha di axive; “Armanca sereke ya kongreyê, embikaribin li Şengalê rêxistinkirina jinan hîn berfirehtir bikin. Ev yekemîn kongreye, em kongreyê destpêkê li Rêber Apo, tevahî şehîdan pîroz dikin. Di dema fermana 3 Tebaxê de li Şengalê herî zêde jin hatin hedefgirtin. Ji bo ku ev zilm li ser jinê zêdetir nebe pêwîste rêxstina jina xurt bibe.  Ji dema fermanê de em kar û xebatên xwe didin meşandin, bi vê xebata ku hatiye meşandin em dikarin bêjin ku jin buye xwedî îrade û dikare xwe biryara xwe bide. Wek jinên Êzidî  ji bo ku em vê îradeya xwe derxin pêş, êdî dem hatiye ku em kongreya xwe lidarbixin.”

Kongre bersiva êrişên ser jinane

Ne tenê di êrîşa çeteyan de jin hatin hdefgiertin, di roja meya îro de jî zext liser jinan heye. Taybet ji aliyê zilam ve, jinên ciwan tên hedefgrtin, di temenê piçûk de tên zewicandin. Ev jî siyasetek li dijî îradeya jinê ye. Ev jî dibe sedem ku xwe kuştina jinan zêde dibe.  Ev yek bi rêxistinbûna jinê tê çareserkirin, lidarxsitina kongreyê jî wê bibe bersiva hemû zextên liser jinê re.”

‘Karê jin tê de nebe, serkeftin ne mîsogere’

Botan da diyakirin ku ev rêxistina jinên ciwan ne ji valehiyê tê û pêde çû; “Heya jin gihiştine vê astê gelek xwîn hatiye rijandin û gelek şehîd çêbûne. Em li ser şopa şehîd Cîlan, Bêrîvan, Nazê û tevahiya şehîdanin. Li ser xeta berxwedaniya jin di dema fermanê de ji bo tolhildana jinên Êzidî YJŞ’ê hate avakirin. Piştî ku jin di aliyê parastinê de bû xwedî hêz û karibû xwe biparêze, me jî wek jin ciwan erk liser milê xwe dît, em bikevin nava civakê û tevî hebûna astengiyan ji aliyê malbatan ve em carekî din jinên Êzidî rêxistin bikin. Ji ber hesasiyeta di ola Êzidiyan de, jin di malê de hatibû girtin û mafê wê yê ku karibe xwe azad bibe û bibe xwedî îrade nedihate dan. Lê dema tekoşîna jinê derket, ev yek dinava civakê de jî hate şikandin û jinê hêza xwe nîşanî her kesî da. Niha her kes dizane karê ku jin têde cihê xwe negrê, wê ew kar biserkeftî derbas nebe.

Jin ji kongreyê bi hêvîne

Li ser Şengalê gelek êrîş çêbûne, di hemû êrîşan de yê herî zêde derketiye pêş û kariye rê liber êrîş û planan bigre, jin û ciwanên Êzidî bûn. Piştî ku îradeya jinê derkete pêş û êdî civaka Êzidî jî heya astekê  rê da jinê ku pêşengitiyê bike û jin niha tê esasgirtin.

Ji bo  ku em kongreya xwe lidar bixin pêşwaziyek germ li vê kongêrê tê kirin. Ne tenê em wek endamên jinên ciwan belkû di nava civaka mede jî bi germî pêşwazî li kongreyê tê kirin, jiber ku tevahiya jinên Êzidî ji vê kongreyê bihêvîne.

‘Dixwazin di kesayeta ciwanan de civakê bihelînin’

Berdevka ciwanên Êzidî Sara herî dawî jî got; “Ji her demê zêdetir li ser Şengalê êrîş hene, dixwazin  bi van êrîşan ciwanên me bikin hedef, ji hev belav bikin û di şexsê ciwanan de civaka me  jihev belavbikin. Ji ber ku dizanin yê civakê ava dike ciwanin û yê ku civak pê tê hilandin jî  her ciwanin. Ji bo ku vê yekê bikin, ji aliyê dijmin ve ciwan têne hedefgrtin. Taybet di van demên dawî de liser ciwanên me bi rêya torên civakî şerekî taybet û zirav tê meşandin, ji bo vê jî pêwîste ciwanên me hişyar bin û rê nedin şerê taybet bigihe armanca xwe.

Bang

Bang li tevahiya jinên ciwan dikim ku beşdarî kongreyê bibin. Werin em  bi hevre liser axa pîroz li Şengalê di 30’ê Hezîranê de Salvegera Şehdeta Şehîd Zîlan de, kongreya xwe lidarbixin û bi ruhê Şehîd Zîlan em bibin bersiv ji dijmin re.”

(nr)

 

 

Nûçeya berê

11 salin ji bo xizmên şehîdan xanî hatine çêkirin, lê ti xizmetek nayê kirin

Nûçeya pişt re

Cebar Mîrza Rostemî: Stratejiya dewleta Tirk tinekirina Kurdan e

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Gelawêj 13, 2022
Li Rojhilatê Kurdistanê aktivîstek jin hate girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê aktivîstek jin hate girtin

Gelawêj 10, 2022

RAJIN: Em ê wek Denîz Firat dev ji qîrîna rastiyê bernedin

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Raporekî Navneteweyî: Ji bo pêkanîna wekheviyê divê jin 135 salan têkoşînê bikin

Di Tîrmehê de li Tirkiyeyê 31 jin hatin qetilkirin

Nûçeya pişt re
11 salin ji bo xizmên şehîdan xanî hatine çêkirin, lê ti xizmetek nayê kirin

Cebar Mîrza Rostemî: Stratejiya dewleta Tirk tinekirina Kurdan e

Yên Li Pêş

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Gelawêj 13, 2022

Bi tevlêbûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di...

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Gelawêj 13, 2022

Girtiyê Behdînanê Rojnamevan Guhdar Zêbarî bi wesîleya salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên peyamek belav kir. Zêbarî di peyama xwe de...

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Gelawêj 13, 2022

Li ser qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên re 6 sal derbas dibin, lê heta niha ti kes ji ber bûyerê nehatine...

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Gelawêj 13, 2022

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşekê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên ku di encama êrişên hewayî...

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Gelawêj 13, 2022

Sibe li Silêmaniyê bi wesîleya şeşemîn salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên merasîmek bîranînê tê lidarxistin. Wê di merasîmê de xelata...

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Gelawêj 13, 2022

Li Kerkûkê  bi armanca nîşandayina hêz û hunerên jinên ciwan pêşangehek a wêneyan hat vekirin. Duh êvarê bi pêşengiya Koma...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist