کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Jinên Êzidî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan

  ROJNEWS- ŞENGAL
25/11/2022 - 5:51:14 pm
in JIN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê, bi dirûşma ‘Li hemberî qirkirina jinê Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan û berxwedana Rojava silav kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê meşiyan. Meş bi amadebûna gelek jin û mêrên Êzidî li nehya Sinûnê destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jinan’, ‘Jin Jiyane, Jiyanê Nekujin’ hatin bilind kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Li hemberî zorderiyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’, posterên Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên şoreşger hatibûn bilind kirin.

Meş heta Parka Çandî a Sinunê berdewam kir, li wir daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê TAJÊ Riham Hico axivî.

Riham di despêke axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana jinan û got: “Em tevahî êrîşên ser jinan şermezar dikin. Di cîhanê de beranberî mirovatiyê, beranberî tevahî zîndiyan şîdetek tê meşandin. Şîdet ne tenê li ser jinê li ser zarok, xweza û giştî mirovahiye tê meşandin. Hezên desthilatar ji bo ku berjevendiya xwe ser bixin, her tiştî dikin. Li Çiyayê Kurdistanê û Rojava ye Kurdistanê hêzen desthilatar bi çekên kîmyawî, bi çekên herî giran bi kar tînin. Ji bo em civak û axa xwe bi parêzin çi erk bikeve ser milê me emê pêk bînin. Li hember desthilatarî û şidetê wê xeta berxwedanê, azadiyê, îrade û serxwebûne serbikeve.”

‘Li hember şidetê em serî natewînin’

Riham Hico diyar kir ku ewê ji bo azadiyê her têbikoşin û wiha dewam kir: “Ew şîdet heta dawî dewam neke. Ji bo ew şîdet were rakirin em wekî jinên Êzidî li hember zilma, dewletê û li hember tevahî hêzan ji bo em mafê xwe bi dest bixin, ji bo em bigihîjin azadiya xwe û azadiya civaka xwe, çi ji me were xwestin emê pêk bînin. Emê xwe bi rexistin bikin, xwe bi îrade bikin. Emê tevahî Şengalê bi rexistin bikin û emê tu carî serî netawînin.”

Riham, berxwedaniya gelê Rojava silav kir û got: “Em bi boneya vî rojê berxwedaniya ku niha li Rojava tê meşandin em silav dikin. Em vî berxwedaniyê wekî berxwedaniya xwe dibînin. Erişên li ser Rojava heman feraseta zilamsalarî ye.”

‘Ji bo tola jinan em ê têkoşînê bikin’

Riham di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildanê da û got: “Dijmin jinên pêşeng, jinên ku serî natewînin ji xwe re dikin hedef, lê em wek rêxistina jinan ji bo tola Jîna Emînî tola Axîna biçûk hilînin emê her dinav têkoşînede bin û ti carê em serî natewînin.”

Meş bi diruşmaya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(ab)

 

1 y 10
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

Nûçeya berê

Li Helebce îsal 300 bûyerên şîdetê pêkhatine

Nûçeya pişt re

QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

Rêşemî 2, 2023
Li Dîwaniye jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin

Li Dîwaniye jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin

Rêşemî 2, 2023

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Nûçeya pişt re
QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Rêşemî 2, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS Plansaziya MÎT û Parastinê ya ji bo sala 2022’yan ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Rêşemî 2, 2023

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf yan jî Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist