Jinên Germiyan: Boykotkirina rêzefilmên Tirkî li dijî aboriya Tirkiyeyê çekek girane

Jinên Germiyanê eşkere kirin ku wê boykotkirina rêzefilmên Tirkî bandoriyek xerab li aboriya Tirkiyeyeê bike. Herwiha gotin ku dewleta Tirk di rêzefilmên xwe de li hemberî Kurdan û bi taybet jinan heqaretê dike û gotin;"Karê herî baş ewe ku boykot bikin. Ji ber ku gelek malbat ji ber van rêzefilman hilweşane."


Li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  boykotkirina malê Tirkî berdewam dike. Herwiha daxwaza boykotkirina fêzefilmên Tirkî ku di hinek kanalên Başûrê Kurdistanê tên weşandin jî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de jinên Germiyan ji Rojnews'ê re axivîn.

Mamosta Heyfe Mecîd diyar kir ku boykotkirina rêzefilmên Tirkî ji bo lêdana aboriya Tirkiyeyê çekek girane û got;"Ji ber ku ew welat bi riya rêzefilman sermayek zêde bi dest dixe. Ji derveyî vê jî, rêzefilmên Tirkî bandoriyek xerab li ser civaka Kurd dike. Lewma boykotkirin erkek ehlaqî û nîştimanî ye. Bi taybet di vê demê de ku Tirkiye êrişên dagirkeriyê dibe li ser Rojava."

 Mamosta Heyfe Mecîd diyar kir ku boykotkirina rêzefilmên Tirkî wê xelekek bihêz a sivîl a li dijî Tirkiyeyê be û wiha domand;"Mixabin hinek kanalên Kurdî bê helwestin û neta niha jî rêzefilmên Tirkî diweşînin. Pêwîst bû li şûna wan rêzefilmên Kurdî biweşandan. Piştgirêk nîne ku kevin be, ya girîng ewe ku Tirkî boykot bikîne."

Herwiha Rêvebera Giştî ya Pirtûkxaneya Gemriyan Cîhan Mihemed da zanin ku divê mîna boykotkirina malê Tirkî ji bo boykotkirina rêzefilmên Tirkî helwestek mezin hebe û got;"Ji ber ku di piraniya rêzefilmên Tirkî  de li hemberî hemû temen û zayendan bi taybet jinan heqaret tê kirin. Hewiha heta gelek caran li hemberî neteweyek diyar a weke Kurd jî heqaretê dikin.  Ew rêzefilm bûne sedemek a têkçûn û jihev cudabûna xêzanan. Lewma boykotkirina wan erkek pîroze. Dixwazin her kes boykot bike."