Jinên ji karantînayê derketin: Divê kes ji virusê ne tirse

Pênçşem, 5 Mar 2020 – 18:13  SORAN/ROJNEWS

Jinên ji karantînayê derketin: Divê kes ji virusê ne tirse

Piraniya kesên ku li navçeya Soran a Hewlêrê ji ber vîrûsa koronayê du hefte bûn di karantînayê de bûn, vegeriyan malê. Jinên ku di karantînayê de bûn diyarkirin ku ew bi moralin û divê kes ji virusê netirse û xwe bi parêze.


Piştî du hefteyan kesên ku ji ber virusa koronayê li navçeya Soran a ser bi Hewlêrê xistibûn di jêr karantînayê de îro vegeriyan malên xwe. Di nava kesên di karantînayê de jin jî hebûn. Jinan diyarkirin wan bi îradeyek xûrt û bêtirs li beramberê virusê li berxwedan.

Jina bi navê Emîne Hisên diyar kir ew piştî ku du hefteyan dibin karantînayê de hatin hiştin, bi berdewamî ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve dihatin kontrolkirin. Emîne Hisên got wana bi îradeyek bi hêz li berxwe da heya encamên kontrolê derketin paqije û ewê herin malê.

Jina bi navê Jîla Nadir jî got: “Pêwîste hemû kesên ji Îranê vegeriyane xwe radestê tîmên tendirûstiyê bikin, daku xwe û kesên nêzê xwe ji virusê bi parêzin.”

Jîla Nadir bang li xelkê Başûr kir û got, ji cihên qerebalix xwe dûrbixin û rênmayên tendirûstiyê pêkbînin. Jîla Nadir diyarkir divê kes xwe ji vê virusê netirsîne û derûniya xwe pê xera neke.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist