Jinên Mexmûr bi daxuyaniyekê ambargo şermezar kirin

În, 31 Jan 2020 – 18:55   MEXMÛR/ROJNEWS

Jinên Mexmûr bi daxuyaniyekê ambargo şermezar kirin

Li Wargeha Peranabera a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê bi daxuyaniyekê ambargo ku 198 roj in li ser wargehê didome hate şermezar kirin.


Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin. Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 198’an de berdewame. Jinên Mexmûr bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Wexfa Jinan ambargo bi daxuyaniyekê şermizar kirin.

Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Ev 198 roj in ambargoyek li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî heye. Ev êriş ji giredayî heman zihniyeta hêzên kapitalîste. Weke kû hemû hêzên azadî û demokrasiyê jî dizane îro hem li Kurdistanê hem ji li Rojhelata Navin qeyranek mezin heye. Ev qeyran ji aliyê hêzên kapitalîst tên rêvebirin. Armanca van jî ewe ku çanda gelan a demokratîk ji holê rakirine. Rêber Apo li hemberî van hêzên kapitalîstên cîhanê paradigmayek nû afirand. Ji bo ve jî ji bo hedefa hêzên faşîst, qirker,mêtinger yên cîhanê ne.

Ev biryara ambargoyê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve hatiye danîn. Politiîkaya qirêj xistine meryetê. Îro hemû hêzên ku li hember vê ambargoyê bêdeng dimînin alîkariya dewleta Tirk a faşîst dikin. Li hember vê ambargoyê bêdeng mayîn sûçê mirovahiyê ye.”

Di daxwiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbuyî û hikumeta Iraqê hate kirin ku ji bo ambargoyê bêdeng nemînin.

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Biji Serok Apo’ û ‘Bimre Faşîsizm û dagirkerî’ bi dawi bû.

(xr-ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist