Jinên Sayidsadiq banga yekîtî û boykotkirina malê Tirkî kirin

Li navçeya Sayidsadiq a Silêmaniyê jinan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  şermezar kirin û banga yekîtî û boykotkirina malên Tirkî kirin.


Li navçeya Sayidsadiq a Silêmaniyê jinan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de jinan pankarta li ser ,'Li dijî dagirkeriyê, ji yekîtiya gelê Kurd re erê' hatî nivîsandin hildan. Herwiha di çalakiyê de jinan banga boykotkirina malê Tirkî kirin.

Di çalakiyê de endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Xezan Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Bi boykotkirina mal û rêzefilmên Tirkî dawî li kuştina jinan bînin. Weke her kes agadare, rejîma dewleta Tirk, çavê xwe berdaye hemû Kurdistanê. Li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkeriya xwe berdewam dike. Divê kampanya boykotkirina malê Tirkî berdewam bike. Divê ev yek jî li bîra me be, bi kirîna her malekî Tirkî guleyek din ji bo kuştina zarokên Kurdan zêde dibe. Divê jin bi hemû awayî rêzefilmên Tirkî û hunera wê boykot bikin."

Herwiha di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinan tê kirin ku li dijî hemû cureyên şîdet, kuştina jinan û şer biberpirsyartiya neteweyî, demokratîk û ehlaqî rabin. Herwiha bang li jinan tê kirin ku beşdarî çalakiyên neteweyî û demokratîk bibin.