Jinên Tevgera Azadî 8’ê Adarê pîroz kirin

Yekşem, 8 Mar 2020 – 14:05  NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Tevgera Azadî 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Kedkarên Cîhanê peyamek weşandin. Di peyamê de ji ber rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê rexneyên tund li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir û bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê kir ku bi hev re li dijî şîdetê hewl bin û rol bigirin.


Jinên Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Kedkarên Cîhanê peyamek weşandin.

Di peyamê de 8’ê Adarê li tevahiya jinan tê kirin û wiha tê gotin;”Rojek weke rojek têkoşînê ji bo jinên cîhanê tenê sembolîke. Di dîroak mirohaiyê de û di dîroka 5 hezar salên desthilata zayendperestî de jin teslîm nebûn. Dest ji rêbaza têkoşînê ya ji bo azadiyê bernedane. Jinên Kurd jî piştî derbaskirina bi dehan qonaxên dijwar û giran îro ji her demê zêdetir ji bo gihîştina maf û azadiyê li ser piyan in. Her çiqas mixabin, li Başûrê Kurdistanê tevî hemû çalakî û têkoşîna jinan, hîn jin di rewşek zehmet de dijîn. Desthilata hikûmraniya Herêma Kurdistanê desthilatek mêrsalarî, nedad û nedemokratîk e. Rasterast nûnerên hizbên klasîk ên Başûrê Kurdistanê dest danîne li ser vî welatî. Di kesayetiya jinan de tevahiya civakê rû bi rûyî jinana zehmet hiştine.

Jinên Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) destnîşan kirin ku Başûrê Kurdistanê ji bo jinan bûye dûjehe.

Jinên Tevgera Azadî hizbên siyasî rexnekirin û gotin; “Em weke jinên di nava Tevgera Azadî de, ji ber ku me nekarî em li hemberî tund û tujiya hemberî jinan tê kirin, bibin bersiv rexnedayîna xwe didin. Me nekarî em bersivdar û piştevanek bi bandor bin. Li aliyek din em bang li hemû jinên dibin qurbanî dikin da ku xwe bigihînin asta jinek hişyar û ne tenê pirsgirêkên xwe û malê, pirsgirêkên jinan û civakê jî çareser bikin. Ev jî bi xwe bawerîbûnê çêdibe. Em jî amadene alîkariya hemû jinan bikin. Em dikarin bi hatina gel hev, bidestxistina mafên xwe mîsoger bikin.”

Herwiha jinan bang li jinên rêxistinên sivîl û siyasî kirin daku îro ji hemû rojan zêdetir derdora mêzek kom bibin û bibin yek. Jinên Tevgera Azadî di dewamê de bang li jinan kirin daku hemberî karanîna jinan bibin asteng û wiha hate gotin; “Çavê jinên civakê li xebata me ye. Em xwediyê pêşerojek dewlemend û têkoşînek rast ya jinên Kurdin. Jinên Kurd, gelên din yên Rojavayê Kurdistanê, çiyayên Kurdistanê piştevanê menin û îlhamê didin hemû jinên cîhanê.”

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist