Kerîm Behrî: Derfetên zêrîn li pêşiya Kurdan heye

Alîkarê Serokê Yekîtiya Parlementerên Herêma Kurdistanê ragihand, îro derfetên zêrîn li pêşiya tevahî parçeyên Kurdistanê de heye û dazanîn ku Kurd dikarin bi pêkanîna yekîtiya netewî ji van derfetên zêrîn sûd werbigirin.


Mijara yekîtiya netewî û daxwaza pêkhatina kongreya netewî ya Kurd her timî di rojeva Kurdan de bûye, lê tevî hewldana hinek hêzên siyasî yên Kurd jî bi bahaneyên cûda timî asteng bûye û pêk ne hatiye. Çavdêrên siyasî yên Kurd û siyametdarên bi ezmûn yên Kurd diyar dikin ku derfetên girîng li pêşiya Kurdanin, lê eger Kurd yekgirtî nebin wê nekarin ji van derfetên ku niha derketine pêşiya wan sûd werbigirin.

Alîkarê serokê Yekîtiya Parlementerên Herêma Kurdistanê Kerîm Behrî têkildarî girîngiya pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd û pirsgirêka Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Behrî dazanîn ku timî daxwaza yekîtiya netewî daxwaza her ferdeke Kurde bûye û got, “Daxwaza pêkhatina yekîtiya netewî ne tenê îro timî yek ji daxwazên esasî yên her ferdeke Kurd bûye. Herçend hêzên serekî yên Kurd di vê mijarê de hewldaneke mezin dabin jî, mixabin heya niha yekîtiya netewî pêk ne hatiye. Ji ber her hêzeke siyasî ya Kurd ya li parçeyekî Kurdistanê li coxrafyayên cûdane, lewma bandoreke rasterast a dewletan li ser wan heye. Ji ber bandora dewletan jî timî astengî ji pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd re çêbûye.  

Kerîm Behrî dazanîn ku niha li hemû parçeyên Kurdistanê derfetên zêrîn li pêşiya Kurdan heye û wiha pêde çû: “îro derfeteke zêrin li pêş Kurd û Kurdistanê heye. Li her welateke netewa Kurd lê hene, rûberûyê pirsgirêk û aloziyan hatine. Bi dîtina min ev pirsgirêkên ku heyî sedemeke başe ku Kurd çalakiyên zêdetir lidar bixin û her wiha destkeftiyên baştir bidest bixin. Weke nimûne niha li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê ku Kurd lê hene, li van welatan pirgirêkên siyasî, ewlekarî û aborî yên pir kur hene. Ji ber vêya bi dîtina min ji bo çareserkirina van pirgirêkan pêwîstiya wan, bi Kurdan heye. Ango Kurd dikarin van derfetên heyî di çarçoveya pêkanîna armancên xwede baş bikar bînin û vêya jî dikarin bi yekîtiya netewî serbixin.”