
Kesê ku hevjîna xwe qetil kir hate binçavkirin
Kesê ku şevê din li navçeya Xaneqînê hevjîna xwe qetil kir, îro ji aliyê polîsên navçeyê ve hate binçavkirin û sûcê xwe îtiraf kir.
Şevê din li gundê Yusiv Beg ê navçeya Xanedîn a Diyale jinek 17 salî ji aliyê hevserê xwe ve bi 5 guleyan hate qetilkirin. Ji aliyê polîsan ve îro bikuj hate binçavkirin.
Rêveberê Polîsên Xaneqînê Diyar Şewket li ser mijarê ev agahî dan Rojnews'ê; "Îro ji berî nîvro sûcdar Nur Felah ku hevjîna xwe kuşt hate binçavkirin."
Diyar Şewket eşker kir ku Nur Felah ê 24 salî sûcê de îtiraf kiriye û got; "Li gorî agahiyên dane ji ber hejarî û acizbûnê hevjîna xwe kuştiye."
(ab)