Wezîra Kar û Barê Civakî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed diyarkir ku tundûtujiya dijî jinan di astek metirsîdar deye û ji bo çareseriyê bi alîkariya rêxistinan pêwîstî bi planek heye. Kiwêstan da zanîn ku divê parlamento û hikumet di kêmkirina tundûtujiyê de xwedî rol bin.
Wezîra Kar û Barê Civakî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed di panelek li ser têkoşîna tundûjtiya dijî jinan ya li Hewlêrê de axivî.
Kiwêsta diyarkir ku tundûtujiya li hemberî jinan, li Herêma Kurdistanê di astek metirsîdar deye, ji bo çareseriyê pêwîstî bi planek dirêj heye û wiha domkir; “Parlamento û hikumetê hinek pêngav ji bo kêmkirina bûyeran avêtin, parlametoyê yasaya têkoşîna dijî tundûtujiya ser malbatê pejirand. Ji bo kêmkirina tundûtujiyê, pêwîstî bi pêngav, karên zêdetir heye. Divê hikumet çavdêriya hemû yasayan bike, li gorî min hîn jî rê li bicihanîna yasayê tê girtin.”
Kiwêstan Mihemed di dewamê de got; “Divê ji bo rê li tundûtujiyê were girtin, divê bi rêya wezaretên Rewşenbîrî, Perwerde, Ewqaf û Xwendinê, civak were hişyarkirin. Emê weke Wezareta Kar û Barê Civakî karê xwe yê ji bo hişyariyê dewam bikin.”
(nr)