کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 24, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

KJK: Heta agahiyek ji Rêberê me bê wergirtin, divê her kes li qadan be

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
17/03/2021 - 3:36:39 pm
in JIN
0 0
A A
KJK: Heta agahiyek ji Rêberê me bê wergirtin, divê her kes li qadan be
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

KJK’ê bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û got: “Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Heta ku ev rewş zelal bibe, em careke din dibêjin; heta ku agahiyeke rast ji Rêberê me bê wergirtin, divê her kes, bi taybetî jin û ciwan li qada çalakiyan bin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê têkildarî îdîayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Tecrîda giran a li ser Rêber Apo roj bi roj tê şidandin. 23 sal in li zindana Îmraliyê, kiryarên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser ti girtiyî nehatine ferzkirin, li dijî Rêberê me tên ferzkirin. Êşkence, cezayê hucreyê yê di nava tecrîdê de, qusandina por û jehrkirin, çend ji kiryarên beriya niha ne ku li dijî Rêberê me hatin kirin. Herî dawî par bi metirsiya koronayê û şewata li Îmraliyê re kiryarên li dijî Rêberê me êdî hedê xwe derbas kirin.

Dema ku gelê me bi van kiryaran hesiya, bi milyonan kesî kete alarmê û heta agahî ji Rêbertî wergirt nesekinî. Her carê Rêbertî bi berpirsyariyeke mezin gel û tevgera me sekinand, rawestand.

Nûçeyên ku herî dawî 15’ê Adara 2021’ê li ser jiyana Rêberê me di çapemeniyê de hatin weşandin, sebra tevgera me, gelê me, jinan û dostên me difûrîne.

Di rewşa heyî de, bi milyonan mirov bi taybetî jî jin û gelê Kurd bi hêrseke mezin di nava fikaran de ne. Ji bilî hevdîtina lezgîn a bi Rêbertî re û axaftina yekser a Rêbertî, ti daxuyanî wê ji bo me, ji bo gelê me têrker nebe. Hesasiyeta tevgera me, jinan û gelê me ya li ser rewşa Rêberê me tê zanîn. Di vê mijarê de pêwîste sebra me neyê ceribandin, yên ku hewl didin me hînî vê rewşa Rêberê me bike yan jî rewşê normal nîşan bidin, di nava şaşitiyeke mezin de ne û divê ji bersiva vî gelî re amade bin.

Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî ku li qada navneteweyî bi kampanyayên azadiyê xwedî lê tê derketin, bi paradîgma û fikrên xwe bûye rêberê gelan.

Kampanyayên li nava gelê Kurd û li qada navneteweyî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tên meşandin, êdî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ferz dikin.

Nayê qebûlkirin ku bi nûçe û nêzîkatiyên li ser metirsiya têkildarî jiyana Rêberê me bersiv ji van daxwazên gelan re bê dayin.

Jiyan li aliyekî eger zerareke biçûk bi neynûka Rêberê me bê, divê her der bibe qada berxwedanê, bibe qada çalakiyan. Rewşên bi vî rengî rewşên welê cidî ne ku divê bi nerazîbûn û berxwedaneke mezin bersiv jê re bê dayin. Divê em destûrê nedin ku rewşên bi vî rengî ji rêzê bên nîşandan. Divê em bi çalakiyên xwe, bi berxwedana xwe vê yekê nîşanî zîhniyeta faşîst bidin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Ji ber vê yekê heta ev rewş zelal bibe, em careke din dibêjin; heta ku agahiyeke rast ji Rêberê me bê wergirtin divê kes nerehet be; di serî de jin û ciwan divê her kes çalakiyan bikin.

Di serî de CPT em bang li saziyên navneteweyî dikin ku li pêşberî vê rewşê bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Di rewşeke berevajî de wê bi qasî hikumeta faşîst a dewleta Tirk, ev sazî jî berpirsyar bin.

Ji niha û pê ve ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe divê em nêzîkatiyeke cuda qebûl nekin. Heta ku Rêberê me dîlgirtî be, wê timî metirsî li ser jiyana Rêberê me hebe. Bi ruhê berxwedanê yê meha Adarê, bi biryardariya xwe ya berxwedanê ya 8’ê Adarê, ji bo azadiya Rêbertî divê em Newrozê bi çalakiyan pêşwazî bikin.”

(ab)

 

Nûçeya berê

Ji Newroza 2019’an a Silêmaniyê dîmenek

Nûçeya pişt re

Rapora derbarê girtiyên Behdînanê de hate guftugokirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li gundek Berdereşê zilamekê hevjîna xwe qetil kir

Li gundek Berdereşê zilamekê hevjîna xwe qetil kir

Gulan 23, 2022
Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde bûye

Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde bûye

Gulan 19, 2022

TAJÊ malpera xwe vekir

‘Ji ber destdirêjiyên zayendî, ji sedî 66’ê jinan di kerta taybet de kar nakin’

Asayîşa PDK’ê Êzîdiyên dixwazin vegerin Şengal digre û nahêle ji kampan derkevin

Zaroka 14 salî xeniqandî hat dîtin

Nûçeya pişt re
Rapora derbarê girtiyên Behdînanê de hate guftugokirin

Rapora derbarê girtiyên Behdînanê de hate guftugokirin

Yên Li Pêş

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Gulan 24, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ya ser bi bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes...

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Gulan 24, 2022

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da...

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Gulan 23, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin, 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan. Piştre jî di navbera...

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Gulan 23, 2022

Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve...

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Gulan 24, 2022

Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji...

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Gulan 24, 2022

Cenazeyê Mihemez Zekî Çelebî yê di encama êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû û duh berbi...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist