Koçberek Êzidî: Rewşa koçberên li kampan xirab e

Sewsena ku li gel zaroka xwe ya 2 salî 2017’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye û niha li kampeke Dihokê dijî, dibêje ti kes alîkariyê koçberên Êzidînake. Sewsen her wiha daxwaza zelalkirina çarenûsa bav, bira û hevjînê xwe dike.


Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’dê li ser civaka Êzidî ya li Şengalê de bi hezaran welatiyên Êzidî di komkujiyan re hatin derbaskirin û bi hezaran jin û zarok jî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Hêzên Sûriya Demokratîk beşeke zêde ya dîlên di destê çeteyan de rizgarkiribin jî hîn çarenûsa gelek kesan diyar nîne. Malbatên wan jî bi hêviya ku wê rojek agahî ji wan bigirin çavê wan li rêye. Herî zêde jî jinên ketine destê çeteyan rûberûyê her cûre hovîtiyên DAIŞ’ê hatine. Yek ji wan jinan jî Sewsen Xelefa 25 saliye. Sewsen çîroka ketina destê DAIŞ’ê, serpêhatiya xwe ya di dema destê çeteyan de û daxwazên xwe ji ajansa me re vegot.

Sewsen Xelef niha temenê wê 25 saliye û dema kete destê çeteyên DAIŞ’ê 20 salîbû. Sewsen ji gundê Guhbel yê ser bi navçeya Sinûnê ya Şengalêye. Dema çeteyên DAIŞ’ê 2014’an êrîşê Şengalê kirin Sewsen li gel malbata xwe li navçeya Rabîayê ji bo zilameke bi eslê xwe ji pêkhateya Ereb yê bi navê Hewas Ebdû di çandiniyê de dixebitîn û bi vî awayî debara jiyana xwe dikirin.

Sewsen dibêje, ew zilamê xwediyê kar ku malbata wê jêre dixebitî soz dabû wan ku ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê wan biparêze. Sewsen dibêje,  Hewas Ebdû hem soza xwe negirtiye û hem jî xiyanetê li wan kiriye.  Li gorî Sewsen dibêje, Hewas Ebdu wan radestê çeteyên DAIŞ’ê kiriye. Sewsen wiha behsa dema ketina destê DAIŞ’ê dike, “Hewas Ebduyê ji Rabîayê ji me re gotibû, ji bo hun nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê ezê bi were bibim alîkar. Lê min û tevahî endamên malbata min bir li ser pira Qesaban a bajêr û me li wir radestê çeteyên DAIŞ’ê kir. DAIŞ zilam ji gel me birin û me jî li dibistaneke Telaferê kom kirin. Ji wir re digotin, zîndana Telaferê. DAIŞ’î rojane dihatin keçan jixwere dibirin û lixwe mehr dikirin.”

Paşê çeteyên DAIŞ’ê xwişk û dayîka Sewsenê jî dibin cihekî cûda. Sewsen jî dibêje, ji bo wê nedin çeteyên DAIŞ’ê ew zilamekî Êzidî yê dîl naskiriye û pêre zewiciye. Sewsen wiha behsa serpêhatiya xwe dike, “Ji bo min li çeteyekî mehr nekin, min zilamekî Êzidî yê bi navê Salim nas kir û pêre zewicîm. Salim bavê 3 zarokan bû  û tenê ji malbata xwe ketibû destê çeteyan. Salim ji gundê Girzêrikbû. Me ji çeteyan re got, em hevjînê hevin, lê ji me bawer nekirin, çûn muayeneyên bijîşkî ji me re kirin. Piştî salekî ez jê dûcanî bûm. Lê çeteyên DAIŞ’ê hevjînê min jî birin. Dema em destpêkê ketibûn destê DAIŞ’ê bav û birayên min biribûn, paşê jî hevjînê min birin. Dema dûcanîbûm min derbasê bajarê Reqa yê Sûriye kirin.”

Sewsen dibêje, xwişk, bira û dayîka wê beriya salekî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne û niha li Elmanya dijîn û wiha pêde diçe, “Dayîk, xwişk û birayek min beriya min salekî rizgar bûn. Ez û keça xwe jî di sala 2017’an de birêya qacaxçiyek û di berdêla pereyeke zêde de hatin rizgarkirin. Lê hîn jî çarenûsa bav, 3 birayên min yên biçûk û hevjînê min ne diyare.”

Sewsen niha li gel keça xwe ya 2 salî li kampa Şariya ya ser bi parêzgeha Dihokê di rewşek nebaş de dijî û dibêje, “Niha ez li gel keça xwe ya biçûk li kampa Şariya dijîm û ti kesê min nîne bi min re bibin alîkar. Li vir kesek alîkarî nade me. Tenê carna diçim Şengalê serdana tiyê xwe. Bihezaran kesên weke min di kampan de hene û ti kes alîkariyê bi wan re nake.”

Sewsen rexne li hikûmeta Iraqê jî digire ku berpirsyariyên xwe yên li hember Êzidiyan pêk nayêne û wiha diaxive, “Eger Iraq me weke welatiyên xwe dîtiba, wê destûr nedaba bihezaran kes di komkujiyê re derbas bibin. Niha jî destûr nade dîlên ji aliyê QSD’ê ve tên rizgarkirin di korîdorê re derbasê Şengalê bibin û bigihijin malbatên xwe.” 

Jina Êzidî daxwazê ji hikûmeta Iraqê û hemû sazî û dezgehên peywendîdar dike ku ji bo çarenûsa dîlên winda bixebitin û got, “Daxwaza min ewe ku çarenûsa bav, bira û hevjînê min û bi hezaran dîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de diyar bibe. Xebatên ji bo vekirina goristanên komî yên li Koço jî divê berdewam bikin û vê xebatê berfireh bikin.”