کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo parastina Kurdistanê bang li gelê Kurd û jinên Kurd kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
26/05/2022 - 1:12:28 pm
in JIN
0 0
A A
knk
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Komîsyona Jinan ya KNK’ê ragihand ku divê gelê Kurd silavê nede kesên bi dagirkleran re ne û jinên Kurd di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd.

Komîsyona Jinan ya KNKê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîsyona Jinan ya KNK’ê ji bo parastina Kurdistanê bang li gelê Kurd û jinên Kurd kir ku li hemberê êrişên li ser Kurdistanê li hemû qadan têbikoşîn û wiha got: “Jinên Kurd pewîst e di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd. Em ji dîroka dagirkeran dizanin ku wan çi anînê serê jinên Kurd. Di sala 2014’an de med dît ku çi anîn serê xwişkên me Êzidî.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Rewşa cîhanê bi şerê NATO û Rûsya û li Rojhilata Navîn bi taybet ne aram e. Rastiya siyaseta desthilatdaran di şerê NATO-Rûsyayê de carek din diyar bû. Li gorî berjewendiyên xwe piştgiriyên didin hinekan lê heger ne li gorî wan be, bêdeng in. Yên ku li ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê radibin, li hemberî dewleta Tirk a ku li dijî Kurdistan şerêkî topyekûn bêdeng dimînin. Ev jî durûtî û bêexlaqiye rastiya siyaseta deshilatdaran ya îro ye. Dewleta Tirk ji bo ku rewşa aloz ya siyaseta navdewletî sûd werbigire hewldanên tunekirina Kurd û Kurdistanê bilez kir. Dixwaze li ser Rojava û Başûrê Kurdistan xeyala Împaratoriya Osmaniyan pek bîne. Bi siyaseta dagirkeriya li ser Kurdistan dixwaze alozî û qeyranên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk li Tirkiyê hene çareser bike. Pirsgirêka esasî ya dewleta dagirker him hundir him jî dervê pirsgirêka azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Bênavber dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Kurdan hiqûqa navneteweyî bin pê dike dike û sîstematîk tawanên şêr pek tîne. Êrişa ku dewleta Tirk dibe ser Zap û Avaşînê bi tenê ne ji bo tasfiyekirina PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Rewş ji bo me Kurdan pir bi xetere ye.

‘Divê em jinên Kurd hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin’

Li hemberî vê rastiyê divê Kurd ji hêza xwe bawerbikin û bi yekîtî li ber xwe bidin. Êdî tevahî Kurdistan bûye qada şerê dewleta Tirk. Tevî ku çekên kîmyawî qedexe ne û li hemberî yên bi kar tînin divê helwest bê nîşandan jî li qada navneteweyî kes li ber van kiryarên dewleta Tirk dernakeve, helwestê nîşan nade. Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirina dewleta Tirk e, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku em Kurdistanê biparêzin. Divê em jinên Kurd hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Heger em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Lê bi yekîtî jî em dikarin li ber xwe bidin. Ji bo yekîtiyê jî pewîst e di Kurdistanê de tu hêzeke Kurd xizmeta dagirkeran neke. Heger kesên Kurd di hevkariyê israr dikin pewîst e tu Kurdek silavê nede wan û divê ev kes di nava civaka Kurdistanê de bên tecrîdkirin.

‘Êdî dem dema parastina Kurdistanê ye’

Serokê dewleta Tirk Erdogan bi taybet jî dijminê jinên Kurd e. Erdogan îro ne tene li Tirkiye, Bakûrê Kurdistan her wiha li tevahî Rojhilata Navîn bûye sembola sîstema mêr a serwer a ya ku têkoşîna azadiyê ya jinan têk dibe. Îro yên ku li Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya rejîma Erdogan muxalefeta herî radîkal û wêrek dikin, jinên Kurd in. Jinên Kurd li refên herî pêş li dijî rejîma Tirk têdikoşin. Jinên Kurd li çar aliyên cîhanê bi têkoşîna xwe hatin naskirin û di asta cîhanê de bûn pêşengên tekoşîna azadiya jinan. Ji ber ve jî Erdogan dixwazê jinên Kurd bêdeng bike. Tola xwe ya ji jinên Kurd ji xwîşkên me yên li Efrînê digire. Edî dem dema parastina Kurdistanê ye. Heger hezên cîhanî û heremî hêza yekîtiya Kurdan bibînin wê demê ew ê şerê dewleta Tirk jî rawestinin. Lê heta ku aliyekî Kurd rûyê reş yên dagirkeran spî bike, wê demê kes Kurdan jî cîddî nagire.”

(ab)

Nûçeya berê

Girtiyekî siyasî dixwaze ji Silêmanî heta Bexda bi meşe

Nûçeya pişt re

MSD’ê li dijî gefên Tirkiyeyê bang civaka navneteweyî kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022
Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Tirmeh 1, 2022

Li Helebce şîdeta li dijî jinê hate guftûgokirin

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

1. Kongreya Jinên Ciwan didome:  Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Nûçeya pişt re
MSD’ê li dijî gefên Tirkiyeyê bang civaka navneteweyî kir

MSD'ê li dijî gefên Tirkiyeyê bang civaka navneteweyî kir

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist