کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Komîteya Çand û Hunerê ya Jinên Başûr Hozan Mizgîn bi bîr anî

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
11/05/2022 - 11:43:39 am
in JIN
0 0
A A
Komîteya Çand û Hunerê ya Jinên Başûr Hozan Mizgîn bi bîr anî
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Komîteya Çand û Hunerê ya Jinên Başûr di salvegera şehadeta Şehîd Mizgîn de tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîranîn û diyar kir ku Hozan Mizgîn bi hunera xwe jiyanek nû afirand û got: “Bi hezaran fermandar û hunermendên jin li ser rêya Hozan Mizgin ji bo azadiyê dimeşin.”

Komîteya Çand û Huner ya Jinên Başûr di 30’emîn salvegera şehadeta Şehîd Hozan Mizgîn de li ser şehîdên 11’ê Gulanê, Şehîd Mizgîn, Heqî Karer, Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn peyamek belav kir. Di peyamê de hat ragihandin ku meha Gulanê, meha şehîd û destanên qehremantiyê ye û wiha hat domandin: “Şehîdên şoreşê meha Gulanê bi xwîna xwe av dane û bi xwîna xwe jiyanek nû afirandine. Di salvegera şehadeta Şoreşger Hozan Mizgîn de tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin. Di dîroka têkoşîna me de ji bo azadiyê gelek qehremanên mezin şehîd ketine. Şehadeta Şehîd Hozan Mizgîn, Heqî Karer, Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn wiha kirin ku ev meh ji bo Kurdistanê bibe bingehê jiyaneke nû.”

Di berdewamiya peyamê de wiha tê gotin: “Di 11’ê Gulana sala 1992’yan de Hozan Mizgîn bi qehremantiyek mezin di nava şerek dijwar de şehîd ketiye. Hozan Mizgîn li beramberî rastiya mirovatiyê ji çanda, ziman, dîrok û welatê xwe xerîb bû, lê li beramberî vê bi çanda xwe ji bo xaka xwe û yekgirtinê têkoşîn dikir. Heman demê de Hozan Mizgîn bû kesyetek pêşeng û wek hunermendek li çand û hunera xwe xwedî derket. Girêdanbûna bi azadiyê ve û berxwedaniyê di kesayeta xwe de da pêş.”

Komîteya Çand û Hunerê ya Jinên Başûr diyar kir ku li beramberî qirkirina çandî seknekî dîrokî bû û wiha didome: “Di vê rojê de, helbest, stran û dengbêjiyên li ser Kurdistanê tên vehunandin nîşaneya rêheval Mizgîn li ser heye. Bi şerê xwe yê li beramberî dagirkeran huner afirand, bi hezaran jin bi navê Mizgîn ber bi azadiyê diçin. Di kesayetiya Hozan Mizgîn fermandariya şer û hunera azadiyê mezin dikin.”

Komîteya Çand û Hunerê ya Jinên Başûr herî dawî bang li jinên rewşenbîr û jinên hunermend ên Başûrê Kurdistanê kir ku bi boneya 11’ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn bibin deng û nûnerê jiyanek azad û li beramberî dagirkeriya li ser hunera wan tê kirin têbikoşîn û wiha tîne ziman: “Huner bi têkoşînê geştir dibe, bi wê soza ku me daye ku guhertina jiyanek nû bi dest bixîn, herwiha hînê civakbûnê damezirînin.”

(ab)

Nûçeya berê

Karmend û mamostayan daxwaza mafê xwe kirin

Nûçeya pişt re

Îranê Balekayetî û Biradost bombebaran kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022
Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Li Ranya Şehîd Zîlan hate bîranîn

Tirmeh 1, 2022

Li Helebce şîdeta li dijî jinê hate guftûgokirin

Bi îlankirina Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê kongre bidawî bû

1. Kongreya Jinên Ciwan didome:  Bi şerê taybet dixwezin ciwanên me bandor bikin

Malpera KJK’ê bi weşaneke nû û xurt dest bi kar dike

Nûçeya pişt re
Îranê Balekayetî û Biradost bombebaran kir

Îranê Balekayetî û Biradost bombebaran kir

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist